Li gelek herêmên Kurdistanê operasyonên leşkerî, îlankirina herêmên qedexe dewam dikin. Bi hinceta operasyonan gelek kes tên binçavkirin û îşkence li wan tên kirin. Her wiha li cihên operasyon lê tên destpêkirin leşker agir bi daristanan dixin. Bi hinceta “ewlehiyê” li Kurdistana talana ekolojîk jî rû didê.
Parlamenterên Partiya Çep a Kesk Oznur Bartin û Semra Çaglar dan zanîn ku ev sepanan ji ber polîtîkayên înkar û îmhayê yên li dijî gelê kurd in.
Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Colemêrgê Oznur Bartin da zanîn îlankirina herêmên qedexe û operasyon ne tiştekî nû ye û wiha got:”Ev mînak ji avakirina komarê re bi pêkhatina Komkujiyên Zîlan û Dêrsimê tê zanîn. Bi pêvajoyê girêdayî ev êrîş bêtir dibin. Konsepteke şer a cuda li Kurdistanê di meriyetê de ye. Ev tenê ne li hemberî gundiyan e. Li dijî jin, ciwan, cotkar, kesên bi ajalan mijûl dibin, li dijî kesên siyaseta demokratîk dimeşînin ev şer tê meşandin. Erdnîgariya me bi temamî bûye hedef û dixwazin em serî bitewînin. Lê belê vî gelê têkoşer serî natewîne, ew dev ji têkoşîna xwe ya demokratîk bernade. Wê têkoşîna demokratîk dewam bike. ”
Mafê jiyanê tê xespkîrîn
Bartin bi lêv kir ku bi awayekî cidî berê xwe didin Colemêrgê û wiha pê de çû:”Welatî hemû bûn şahidên îşkenceya li gundiyan li zarokan hatiye kirin. Mafê jiyanê yên gundiyan xesp dikin. Rastiya valakirina gunda ya salên 90’î jî li holê ye. Xwestin gundan bêmirov bihêlin. Şivanan şahidiya vî tiştî kirin. Welatiyên debara xwe tenê bi xwedîkirina ajalan derbas kirin hatin astengkirin. Mixabin xeber ji hinek welatiyan nayê girtin. Bi polîtîkayên tirs û çewisandinê dibêjin qey ew ê îradeya gel têk bibin. Ew dibêjin qey wê wiha xesp bikin. Lê belê ew ê bi ser nekevin.”
‘Xwedî feraseteke xest, tundî û talanê ne’
Bartin diyar kir ku li Colemêrgê tu carî operasyon bi dawî nebûne û wiha lê zêde kir:”Nêzîkatiyeke taybet a dewletê li hember Şirnex û Colemêrgê heye. Gel li vir li îradeya xwe xwedî derdikeve, li çand û zimanê xwe xwedî derdikeve. Ji bo têkoşîna xwe ji sîstemê cudatir bimeşîne li berxwe dide. Sîstem êrîş dike û dixwaze li gor şêwaza wê kurd bijîn. Loma jî bêtir berê xwe bi Colemêrgê vedikin. Xwedî feraseta şer, tundî û talanê ne. Dixwazin rastiyeke dîrokî ji holê rakin. Li vê herêmê polîtîkayên şerê taybet pir zêde xuya dike.”
Oznur Bartin da zanîn li Kurdistanê êrîşek mijara gotinê ye û got li Kurdistanê dar tên birîn, tên şewitandin û xweza tê talankirin û wiha got:”Her qadên em dibêjin di warê çandê de dewlemend in tên tunekirin. Golên Sat ên Cîloyê jî ji vê yekê para xwe girtiye. Kesên li serjimara wir qeyitkirîbin bi destûr derbas dibin. Li cihê em lê ji dayik bûne em bi destûr diçin wir. Lê belê dema canê wan bixwaze ew mîhrîcanan li vir çêdikin. Ev êrîşeke li dijî çandê ye. Her wiha êrîşeke li dijî sîstema ekolojiyê ye.”
‘Em ê têkoşînê mezin bikin’
Oznur Bartin bi lêv kir ku qada siyaseta demokratîk têkildarî vê rewşê têkoşînê dide meşandin û got îktidara AKP’ê ji 20 salî zêdetir e polîtîkayên tunekirin, bêîradehiştinê dewam kiriye. Oznurê wiha got:”Em ji qeyûman û bêkêrhiştina meclîsê vê yekê dizanin. Qada siyaseta demokratîk tenê li binê banekî nayê meşandin. Qada siyaseta demokratîk li her derê ye. Em ê qada xwe ya têkoşînê berfireh bikin.”
Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Bedlîsê Semra Çaglar jî da zanîn ku di dîroka sed salî ya komarê de polîtîkayeke sîstematîk a îmha û înkarkirinê li hemberî kurdan hatiye meşandin û ev tişt anî ziman: “Şerê li Kurdistanê bi awayekî siyasî, civakî, aborî bandor li gel dike. Ev dewlet ji bo gel baweriyê nade berovajî vê gel dixe nav fikaran. Ev heta wiha dewam bike tu çareserî pêş nakeve. Gelek carî bi awayekî kêfî operasyon tên kirin, cihên qedexe tên îlankirin. Ev jî bandoreke neyînî li ser jiyanê dike.”
‘Walîtî sûcên tên kirin rewa nîşan dide’
Semra Çaglar da zanîn ev qedexe dibin sedema binpêkirina mafên mirovan û wiha pê de çû:”Li herêmên wekî qedexe tên îlankirin mirovan dixin bin çavan, mirov tên kuştin û birîndarkirin. Bedlîs yek ji navenda xwedîkirina ajalan e lê belê bi van polîtîkayan ajalvaniyê jî ji holê radikin. Ev yek rê li pirsgirêkên aboriyê jî vedikin. Mêr tên qedexekirin. Bi vê re xizaniyê dikin qedera welatiyan.”
Çaglar bi lêv kir ku koçberiya li Kurdistanê bi awayekî xwezayî çênabe û wiha bi dawî kir:”Ev encama polîtîkayên dewletê ye. Dema welatî nikaribin derkevin, nikaribin ajalên xwe biçêrin, nikaribin debara xwe bikin wê demê zor li wan tê kirin ku ji wir koç bibin. Ciwan û jin bêtir di bin bandora vê yekê de dimînin. Dewlet bi her alavên îdeolojîk dixwaze kurdan terbiye bike. Dixwaze asîmîle bike. Divê em jî têkoşîna demokrasî, aştî û azadiyê bidin.”