Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Kurdistanî ji bo Cejna Zimanê Kurdî daketin qadan

Bi pêşengiya Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî têkildarê 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî gelek çalaki hatin lidarxistin. Di çalakiyan de li dijî bişaftin û komkujiyê banga xwedîderketina li zimanê kurdî hat kirin.

Bi pêşengiya Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî, ji bo 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ku di 8’ê Gulanê de starta wê hatibû dayîn, li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn, meş û panel hatin lidarixstin û peşbirk pêk hatin. Di bernameyên ku hatin lidarxistin de polîtîkayên pişaftinê yên li ser kurdan hatin vegotin û ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û pê perwerde bê dayîn bang hatin kirin.

Li Amedê bi pêşengiya Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî, ji bo 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi tevlibûna nûnerên saziyên sivîl ên civakî, partiyên siyasî, xwemxurên zimanê kurdî û bi sedan welatiyan çalakiyek hat li darxistin. Li gorî bernameya ku hati bû amadekirin diviyabû ji Taxa Bayramoglu ya Rezanê heta Parka Koşûyoliyê meş pêk bihata û pişre jî daxuyanî bihata dayîn. Lê belê polîsên AKP-MHP’ê xwe li çalakiya demokratîk û rewa negirtin û bernameya meşê asteng kirin.  Li ser vê bingehê Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî li parka Acedîkê ya li Taxa Bayramoglu bi girseyî daxuyanî dan. Di çalakiya ziman de  bê navber durûşmên “Bê ziman Jîyan nabe”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxwedana Zindanan” û “Bimire Xiyanet Bijî Kurdistan” hatin berzkirin. Her wiha girseyê duwîzên “Zimaneke azad jîyaneke azad”, “15 gulanê roja cejna zimanê kurdî piroz be” rakirin û pankarta “Bila zimanê Kurdi bibe zimanê fermî û perwerdehiyê” hildan.

Di çalakiyê de daxuyaniya hevpar a Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî ji aliyê Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ve hat xwedin.

Cizîrî, di destpêkê de bal kişand ser astangiya polîsan û ev rewş rexne kir. Cizîrî diyar kir ku ev 99 salin zimanê kurdî tê înkaririn û polîtîkayên pişaftin û tunekirinê tê meşandin û wiha got:  “Ev politikaya tunehesibandinê bûye sedema şer û înkara gelê kurd.  Heke dewlet û desthilatî jiyana hevpar dixwaze divê van astengiyên li pêşiya zimanê kurdî rabike. Divê zimanê kurdî bibe zimanê ferîmî û yê perwerdehiyê.”

Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) û Komeleya Lêkolînên Kurdî 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi lidarxistina meşekê, li navçeya Esenyûrta Stenbolê pîroz kir. Parlamentera HDP’a Stenbolê Zuleyha Gulum û bi sedan kes tev li meşê bûn. Girseya li avahiya HDP’ê hate gelhev, bi lêdana erbaneyan demekê govend gerandin. Gelek kesên ku bi cil û bergên kurdî tev li meşê bûn her tim  dirûşmeyên  “Bê serok jiyan nabe”, “Bê ziman jiyan nabe”, “Bijî berxedana zindanan” û “Bijî serok Apo” berz kirin. Girse pişt re, bi pankarta “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê” ber bi Qada Esenyûrtê ve meşiya. Dayikan bi cil û bergên xwe yên herêmî û laçikên xwe yên spî meş rengîn kirin.

 Têkoşîna kurdan a zimanê dayikê

Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurd Remziye Alparslan a piştî daxuyaniyê axivî, diyar kir ku 15’ê Gulanê ji bilî cejnê roja maf gerandinê ye û da zanîn ku tevî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) zimanê bi milyonan kurdan ji aliyê serdestan ve tê binpêkirin. Alparslan, destnîşan kir ku gelê kurd nêzî sed sal in ji bo zimanê xwe yê dayikê têdikoşin û wiha got: “Gelê kurd hewl dide çand û zimanê xwe zindî bihêle û biparêze. Têkoşîna ziman û nasnameyê ku Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî di 15’ê Gulana 1932’yan de pêşengtiya wê kir îro jî didome.” Alparslan, bang li desthilatê kir ku zextên li ser kurdî bên bidawîkirin û xwest ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.

 ‘Em kurdî belav bikin’

Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurd Eyup Sûbaşi jî, têkoşîna ku ji bo zimanê kurdî didin weke “şoreşê” penase kir û wiha got: “Ev şoreş ji hemû şoreşên cîhanê gelek gelek girîngtir e. Ev şoreş, şoreşa çand û ziman e. Heta ku statuya kurdî were qebûlkirin û bibe zimanê perwerdehiyê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo ku em vî zimanê qedîm bidin jiyîn, divê li her qada jiyanê kurdî belav bikin. Heke em zimanê xwe winda bikin em ê pêşeroja xwe jî winda bikin. Ji ber vê yekê di serî de gelê me divê hemû saziyên me kurdî di jiyana xwe de zêdetir biaxivin û belav bikin.”

Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu jî bal kişand ser polîtîkayên pişaftinê û wiha axivî: “Vî gelî tevî hemû qedexe û astegiyan dev ji parastina zimanê xwe berneda. Desthilat îro zimanê 30 milyon kurdan qedexe dike lê gelek zimanên weke Îngilizî serbest dike. Vê yekê li ser dijminatiya gelê kurd dike. Gelek bi zimanê xwe tê nasîn. Ez ji vir bang li gelê me dikim; Em xwedî li zimanê me derkevin. Zimanê me hebûna me ye.”Li Şirnexê bi boneya pîrozbahiya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li Komeleya Çand û Hunerê ya Birca Belek a li navçeya Cizîrê daxuyaniyek hat dayîn. Parlementerê HDP’ê Hasan Ozguneş û rêveberên rêxistinên HDP’ê yên navenda û navçeyên Şirnexê, aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Hevşaredara Silopiya Adalet Fîdan, Hevşaredarên Cizîrê Berîvan Kûtlû û Mehmet Zirig ku qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin,Hevşaredara Hezexê Songul Erden û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “15’ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz be” hate vekirin û dovîzên wekî “Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî”, “Ez bi Kurdî dijîm” û “Zimanekî azad civakekê azad e” hatin hilgirtin.

Li Şirnexê jî bi heman armancê çalakî pêk hat

Hevseroka Navçeya HDP’ê ya Cizîrê Zîlan Ecevît daxuyaniya ku hatibû amadekirin xwend. Ecevît, qala dîroka Roja Cejna Zimanê Kurdî kir û Kovara Hawarê vegot. Ecevît destnîşan kir ku Cejna Zimanê Kurdî bi çoşeke mezin pêşwazî dikin û got ku pirsgirêka herî mezin Pirsgirêka Kurd e û got: “Dewletên serdest ji bo tunekirina ziman, çand û nirxên kurdan hemû polîtîkayan dikin dewrê. Ji bo welatekî demokratîk pewîste zagonên bingehîn ên ku li  pêşiya azadiya zimanê Kurdî asteng in, bên sererastkirin. Divê zimanê Kurdî, bibe zimanê perwerdehîyê û zimanê Fermî.“

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat kirin û daxuyanî bi dirûşmêyên “Bê ziman jiyan nabe” û “Zimanê kurdî rûmeta me ye” bi dawî bû.

Li Êlihê jî li Parqa Yilmaz Guney daxuyaniyeke bi girseyî hat dayîn. Parlamenterên HDP’ê Ayşe Acar Başaran û Necdet Îpekyuz jî di nav de gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankartên “15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li gelê Kurd pîroz be” û ” “Dar li ser koka xwe, mîrov li ser zimanê xwe şîn dibe” hatin vekirin û dovîzên “Bê ziman jiyan nabe” hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de Parlamenter Îpekyuz û Hevberdevka Nûnertiya Platforma Zimanê Kurdî ya Êlihê Elîf Kivircik axivîn û bal kişandin ser zextên li dijî Kurdî û xwestin ku li her qadê Kurd bi zimanê xwe biaxivin û zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û pê perwerde bê dayîn.

Li Semsûrê jî Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feratê (Ferat-Der), li Parqa Demokrasiyê daxuyanî da. Hevşaredarê Bajaroka Komirê Erhan Karakaş û nûnerên gelek rexistinên sivîl ên bajar tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Hevserokê Ferat-Der’ê Kazim Tûrhal axivî. Tûrhal, bal kişand ser zextên li dijî Kurdî xwest ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Piştî daxuyaniyê li Şaxa KESK’ê ya Semsûrê dengbêjan kilam gotin.

Li Meletî û Dîlokê jî rêxistinên HDP’ê yên her du bajaran ji bo 15’ê Gulanê bername li dar xistin û daxuyanî dan. Li Dîlokê panelek jî hat lidarxistin.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajar a Colemêrgê jî ji bo 15’ê Gulanê daxuyaniyek da. Gelek endam û rêvebirên partiyê tev li daxuyaniyê bûn. Jinan jî bi cil û bergên xwe yên Kurdî tev li daxuyaniyê bûn û bal kişandin ser giringiya rojê. Rêvebira HDP’a Colemêrgê Kadîr Şahîn daxuyaniya ku hatibû amadekirin xwend û diyar kir ku weke HDP’ê ew careke din hemû polîtîkayên qedexekirin û asîmîlasyonê yên li ser zimanê dayikê şermezar dikin û ev tişt got. “Em vê pergalê qebûl nakin. Aşkera ye ku pirsgirêka perwerdeya bi zimanê dayikê bi însiyatîfên demkî û taktîkî çareser nabe. Em ji xwe bawer in ku em ê vê axa sed sal in bi destê nijadperestan di aliyê çandî û zimanî de hatiye qirkirin û valakirin, ji nû ve ava bikin.” Piştî axaftinê daxuyanî bi çepikan dawî bû.

Li navçeyên Artûklû, Qoser û Nisebînê yên Mêrdînê 15’ê Gulanê bi bernameyên cuda bi çoş hat pîrozkirin. Di daxuyaniyan de dovîzên “Bê ziman jiyan nabe”, “Perwerdehiya Kurdî mafê meye”, “Kamîya kesî binê zimanê kesî de nimite yo”  û “Dar bi av û tavê, zorak bi zimanê xwe mezin dibe” hatin hilgirtin û bi zaravaniyên Kurdî kurmancî û kirmanckî pankarta “Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê” hat vekirin. Hevseroka HDP’a Mêrdînê Perîhan Agaoglû, bal kişand ser polîtîkayên pişaftinê yên li ser Kurdî û xwest ku herkes li Kurdistanê bi zimanê xwe biaxive.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajar a Mêrsînê, ji bo 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Parqa Ozgur Çocûk daxûyaniye da çapameniyê. Di daxûyaniyê de bi zaravayên Kurdî yên kurmancî û kirmanckî pankarta “Zimanê me rûmeta me ye” hat vekirin û dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” , “Bijî zimanê Kurdî” hatin berzkirin û dovîzên “Cejna zimanê Kurdî pîroz be” û “Zimanê me hebûna me ye” hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de ji rêveberên HDP’ê Emîn Aksû axivî û li dijî polîtîkayên pişaftinê banga tekoşînê kir û wiha axivî: “Ji bo ku em tevahî qedexeyan bidin rakirin em li malên xwe, li karê xwe, li her qada jiyana xwe bi Kurdî biaxivin. Ziman jiyan, nasname û hebûn e.”

Kesên ku tev li daxuyaniyê bûbûn piştre bi çepik û dirûşman heya avahiyê HDP’a Mêrsînê meşiyan. Piştî meşê li avahiya HDP’ê sînevîzyoan dîroka Kurdî hat nîşandan û helbestên Kurdî hatin xwendin û dengbêjan kilam gotin. Bername bi kilamên ku hunermend Kadîr Çat got û gerandina govendê bi dawî bû.

Komaleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê, 15’ê Gulanê li Qada Seyranê ya Sarniçê bi şahiyekê pîroz kir. Di şahiyê de govend hat gerandin, pêşbirka zanînê hat lidarxistin û stran hatin gotin. Rêveberê Avestayê Mûstafa Borak axaftineke Kurd kir û xwest ku neslê nû bi zimanê xwe biaxive. Piştî axaftinê xwendekarên ku di qada kurmancî û kirmanckî de perwerde girtibûn sertîfaqayên xwe girtin. Şahî bi dûrişmeya “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.

Navendên Giştî yên DBP û HDP’ê jî bi daxuyaniyên nivîskî 15’ê Gulanê pîroz kirin û xwestin ku astengiyên li pêşiya zimanê kurdî bên rakirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar