Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Kurdistanî ji bo piştgiriya bi Rojava re li qadan bûn

Kurdistanî û dostên wan ên li Amsterdam, Graz û St. Gallenê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de xwepêşanderan piştgiriya xwe ya bi Rojava re anîn ziman

Li paytexta Hollanda Amsterdamê, li bajarê Grazê yê Awusturyayê û li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê kurdistanî û dostên wan ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê çalakî li dar xistin.

Di vê çarçoveyê de kurdên li bajarê Amsterdamê tevî dostên xwe li meydana Damê li hev kom bûn û piştgiriya xwe ya bi Rojava re nîşan dan. Di mîtîngê de gelek holandî û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî amade bûn. Di çalakiyê de axaftvanan dagirkeriya dewleta tirk şermezar kirin û ji bo Rojava banga piştgiriya enternasyonalîst kirin.

Çalakiya li Grazê

Bi heman boneyê kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Graz ê Awusturyayê jî mîtîngek li dar xist. Di mîtîngê de dagirkeriya dewleta tirk hate şermezarkirin û ji bo piştgiriya bi Rojava re belavok hatin belavkirin.

‘Ji St. Gallenê heta Rojava şoreşê biparêze’

Li kantona St. Gallen a Swîsreyê jî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û ciwanên enternasyonalîst meşek hat lidarxistin. Di meşê de pankartên ‘Piştgiriya bi berxwedana Rojava re’ û ‘Ji St. Gallenê heta Rojava şoreşê biparêze’ hatin hildan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar