Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Kurdistanî û dostên wan li gelek navendan ji bo Rojava meşiyan

Li dehan navendên welatên Ewropayê bi tevlêbûna dehhezaran kurdistanî û dostên wan, êrîşên dagirkeriyên yên dewleta tirk û çeteyên wê yên li ser rojavayê Kurdistanê hatin şermezarkirin. Kurdistaniyan ji hêzên navdewletî xwestin ku dawî li vê êrîşa qirkirinê bînin

Bi armanca şermezarkirina êrîş û qirkirinên hêzên dagirker ên dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê, bi sedhezaran kurdistanî û dostên wan li dehan navendên welatên Ewropayê daketin qadan. Di çalakiyan de li hemberî dewleta tirk û çeteyên wê hêrseke mezin hebû û çalakvanan xwest ku dewleta tirk di zûtirin dem de dawî li dagirkeriya xwe bîne.

ALMANYA

Di vê çarçoveyê de li bajarên Mannheîm, Gîessen, Trîer, Dortmûnd, Stûttgart, Koln, Dusseldorf, Freîbûrg û Erfûrt ên Almanyayê bi tevlêbûna bi hezaran Kurdistanî û dostên çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de bênavber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî berxwedana Rojava’ hatin berzkirin.

FÎNLANDIYA

Li paytext Helsînkî û bajarên Javaskyla, Tampere, Turku û Oulu yên Fînlandiyayê jî bi heman boneyê bi hezaran kurdistanî û dostên wan daketin qadan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê şermezar kirin.

SWÊD

Dewleta tirk û komên çeteyên wê li paytexta Swêdê Stockholm êû bajarê Helsîngbûrgê jî bi tevlêbûna gelek kurdistanî û dostên wan ve hatin şermezarkirin. Çalakvanan li hemberî hêzên dagirker nerazîbûn nîşan dan û xwestin ku di zûtirin dem de ji Rojava vekişin.

 

SWÎSRE

Yek ji navendên kurd û dostên wan ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê daketin qadan jî Swîsre bû. Di vê çarçoveyê de bi sedan kurdistanî û dostên wan li bajarên Zûrîh, Basel, Lozan û Bernê çalakiyên protestoyî li dar xistin. Di çalakiyan de welatiyan êrîşên dewleta tirk şermezar kirin û bênavber dirûşmên ‘Erdogan terorîst e’ û ‘Li hemberî qetlîamê bêdeng nemîne’ berz kirin.

BELÇÎKA

Li bajarê Anvers ê Belçîkayê jî gelek kurdistanî û dostên wan bi heman boneyê kom bûn û çalakiya şermezarkirinê li dar xist. Çalakvanan bang li raya giştî ya cîhanê kir ku ji bo sekinandina êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî Rojava, bikevin nava liv û tevgerê.

FRANSA

Li ser banga KCDK-E’yê bi tevlêbûna bi hezaran kurdistanî û dostên wan li bajarên Marsîlya, Strasboûrg û Parîsê yên Fransayê çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de welatiyan ji hêzên navdewletî xwestin ku pêşî li qada hewayî ya li ser rojavayê Kurdistanê bigirin. Çalakvanan êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin û bênavber dirûşma ‘Terorîst Erdogan’ berz kirin.

SPANYA

Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Spanyayê Madrîdê jî daketin qadan û dagirkeriya tirk a li ser rojavayê Kurdistanê protesto kirin. Di çalakiyê de bal kişandin ser qetlîamên bi destê dewleta tirk tê kirin.

YEWNANISTAN

Li paytexta Yewnanistanê Atînayê jî êrîşên dewleta tirk a dagirker hate protestokirin. Nêzî deh hezar kes tev li meşê bûn û alaya PKK’ê hate vekirin. Di meşê de gelek belavokên bi yewnanî û ingilîzî hate belavkirin.

NORWEÇ

Welatiyên kurd û tirk ên li kamp a li bajarokê Steînkjer a Norweçê dijîn jî li dijî dagirkeriya tirk meşiyan. Welatiyan li hemberî êrîşên dagirkeriyê bertekên tund nîşan dan û xwestin ku êrîşên li dijî Rojava bi dawî bibin.

ÎTALYA

Li paytexta Îtalyayê Romayê jî êrîşên dagirker ên dewleta tirk hate protestokirin. Di çalakiyan de hate diyarkirin ku dewleta tirk qirkirinê dike û bang li hêzên navneteweyî hate kirin ku bila têkevin nava hewldanan. Di heman demê de li Prato yê Îtalyayê jî bi heman boneyê çalakî hat lidarxistin.

AWUSTURYA

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Bregenz a eyaleta Vorlberg a Awusturyayê jî bi meşeê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser rojavayê Kurdistanê şermezar kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar