Çare yekitiya bêyî PDK’ê ye

Dîroka hevkariya di navbera PDK’ê û dewleta tirk de gelekî dûvedirêj û kûr e. Carnan bi dizî û gelek caran jî bi rengekî aşkere...

Dora ‘Meşa li dijî dagirkeriyê’ ye

Îro li başûrê Kurdistanê şerekî dijwar heye. Artêşa tirk kêlî bi kêlî başûr dagir dike. Baragehên xwe li herêmê ava dike. Kalekol û quleqolên...

Pazar - 21 Temmuz 2024

Kurdistanî û dostên xwe diherikin Strasboûrgê

Bi hezaran kurdistanî û dostên xwe ên ji gelek welatên Ewropayê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê û piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê re, li Strasboûrgê kom dibin

Bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan hatine destpêkirin, kurdistanî û dostên xwe li bajarê Strasboûrg ê Fransayê meş û mîtîngê li dar dixin.

Bi vê boneyê bi hezaran kurdistanî û dostên wan ên li Almanya, Swîsre, Belçîka, Awûstûrya û gelek welatên din ên Ewropayê, bi otobus û wesayîtên taybet hatin Strasboûrgê. Bi hezaran kes bi wêneyên Ocalan û alayên PKK, KCK, YPG û YPJ’ê ber bi qada meş û mîtîngê ve çûn. Di dema meşê de welatiyan dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ berz kirin.

Hêzên ewlehiyê tedbîrên girîng digirin

Hêzên ewlehiyê yên Fransayê jî li qada ku girse lê kom bibe tedbîrên giran ên ewlehiyê girtin û rêya meş tê re derbas dibe, bi wesayîtên leşkerî disekinin. Bi dehhezarên welatiyên ku li qadê kom bûne dê saetên pêş de ber bi qada Reu des Venneaûx ku dê mîtîng lê bê lidarxistin ve bimeşin. STRASBOÛRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar