Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Kurdistaniyan li Ewropayê dagirkerî şermezar kir

Li bajarên Sydney û Berlînê û her wiha li kantoan Solothurnê gelek kurdistanî û dostên wan daketin qadan û êrîşên dewleta tirk û hevkariya PDK’ê şermezar kirin. Çalakvanan destnîşan kir ku dê gelê kurd li Kurdistan û Ewropayê bi yekitiya xwe dê bersivê bide dagirkeran

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê, kurdistaniyên li gelek navendên Ewropayê bi piştgiriya dostên xwe çalakî pêk anîn. Di vê çarçoveyê de kurdistanî û dostên wan li bajarên Sydney û Berlînê û li kantona Solothurnê çalakî li dar xistin.

Di vê çarçoveyê de kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Seydney a Awûstralyayê çalakiyekî protestoyî li dar xist. Di çalakiyê de hevseroka Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk Gulfer Olan û berdevkê Geen Left Weekly Peter Boyle axivîn. Axaftvanan got ku hikûmeta Iraqê li hemberî qirkirinên dewleta tirk bêdenge û ev bêdengî nayê qebûlkirin.

‘PDK bi hevkariya xwe îxanetê li gelê xwe dike’

Li ser navê Federasyona Civakî ya Kurdistaniyan a Demokratîk Îsmet Taştan jî axivî û bêdengiya hikûmeta Hewlêrê rexne kir. Taştan diyar kir ku helwesta PDK’ê xisarê dide yekitiya neteweyî ya Kurdistanê û divê PDK dev ji tifaqa bi dewleta tirk re berde. Taştan daxuyand ku PDK bi vî awayî îxanetê li gelê kurd dike û dê gelê kurd vê xeta îxanetkar teşhîr bike. Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.

Kurdistanî li Berlînê civiyan

Bi heman boneyê bi pêşengiya Civaka Kurdistaniyên Azad a Berlînê jî li Berlînê mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de pankartên weke ‘Terora Erdogan a li dijî kurdan rawestîne. Li dijî şerê faşîst piştevaniya enternasyonalîst’, ‘Bes çekan bide Erdogan’ û ‘Piştevaniya Efrînê bike’ hatibûn vekirin û wêneyên komkujiyên dewleta tirk ên li Efrînê hatibûn hildan.

Dê bi yekitiyê bersivê bidin dagirkeriyê

Çalakvanan daxuyaniyek da û dagirkerî û komkujiyên dewleta tirk şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi ruhê yekitiyê gelê kurd dikare bersivê bide dagirkeran. Ji beşdaran nûnerê PYD’ê yê Berlînê Bavê Kawa jî axaftineke kin kir û got ku dewleta tirk bi awayekî hovane kurdan qir dike. Kawa da zanîn ku li dijî dagirkerî û xiyanetê dê gelê kurd li Kurdistan û Ewropayê bi ruhê yekitiyê bersivê bide. Mîtîng bi dirûşman bi dawî bû.

Ciwan li Solothurnê daketin qadê

Li ser banga Tevgera Ciwanên Şoreşger, li kantona Solothurn a Swîsreyê jî li dijî dagirkeriya dewleta tirk çalakî hate lidarxistin. Çalakvanên ku li ber strasyona trenê ya navendî ya Solothurnê kom bûn, êrîşên dewleta tirk û hevkariya PDK’ê şermezar kirin. Ciwanan di çalakiyê de pankarta bi nivîsa ‘Daxwaza me piştevaniya bi Kurdistanê re ye’ vekiribûn û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK û PKK’ê hildan. Çalakvanan têkildarî êrîşên dewleta tirk belavok belav kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar