Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Kurdistaniyan serkeftina xwe bi coşekî mezin pîroz kir

Li gelek bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê bi dehhezaran kes dakete kolanan û serkeftina HDP’ê ya di hilbijartinan de pîroz kir

Li navçeya Cizîr a Şirnexê, li Qoser û Nisêbîn ên Mêrdînê, li Amed û Êlihê bi dehhezaran welatî ji bo pîrozkirina serkeftina HDP’ê ya di hilbijartina rêveberiyên herêmî de, daket qadan û şahî li dar xistin. Di vê çarçoveyê de ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran cizîrî li Parka Botaş a Taxa Nûr a Cizîrê kom bûn û têkbirina qeyûmê AKP-MHP’ê bi coşeke mezin pîroz kir.

Di heman demê de bi hezaran welatî li Qoser û Nisêbînê jî bi heman armancê derketin kolanan û serkeftina HDP’ê pîroz kir. Li navçeyên Qoser û Nisêbînê yên Mêrdînê gel daket qadan û serkeftina HDP’ê pîroz dikin.

Li Êlihê jî bi hezaran welatî li ber avahiya HDP’ê ya Êlihê kom bûn û serkeftina xwe ya di hilbijartinê de pîroz kirin. Bi hezaran welatiyên li pêş avahiya HDP’ê kom bûn dirûşmên ‘Êlih a me ye’ berz kirin. Girseya ku xwest ber bi avahiya şaredariyê ve bimeşe, rastî êrîşa polîsan hat. Di encama êrîşê de gelek welatî birîndar bûn.

Yek ji navendên herî zêde encama hilbijartinê lê dihat mereqkirin jî Amed bû. Li gorî encamên nefermî, HDP’ê bi rêjeyeke ji sedî 63 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji qeyûm rizgar kir. Bi diyarbûna encaman re jî bi dehhezaran amedî herikîn ber avahiya HDP’ê ya Amedê û serkeftina xwe pîroz kir. Welatiyan serkeftina xwe bi tûra wesayîtan a li  nava bajar domand.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar