Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Kurê Bedel Berwarî: Divê PDK dersê ji Sedam Hisên bigire

Piştî ku dadgehkirina mamosta Bedel Berwarî û Umêd Beroşkî hat taloqkirin, kurê Bedel Berwarî, Arî Bedel nerazîbûna xwe anî ziman û wiha got: “Divê desthilatdarên PDK’ê ji Sedam Hisên ders bigir, kesê hêvî nedikir wê Sedam birûxe lê Sedam xwe bi destê xwe bû sedema têkçûna xwe.”

Dihat payîn ku îro mamosta Bedel Berwarî û Umêr Beroşkî werin dadgehkirin lê carek din ji bo 12’ê cotmeha 2021’an hat taloqkirin.

Li ber devê avahiya Dadgeha Hewlêrê, kurê mamosta Bedel Berwarî, Arî Bedel daxuyaniyek da çapemeniyê. Arî ragihand ku serokê PDK’ê Mesud Barzanî berpirsê girtina bavê wî ye û xwest bavê wî were berdan û wiha got: “Xelkê Dihokê êdî ji siyaseta PDK’ê aciz e, ger rêyek hebe, wê ji bilî berpirsan kesek li bajêr nemîne. 3 kesên ku xwe weke desthilatdarên Dihokê dibînin, ji fikrê bavê min ditirsin, ji ber ku bavê min di nava civakê de dihat hezkirin, bi xweşa wan neçû û ji ber wê jî hate girtin.”

Arî behsa zextên PDK’ê yên li ser xelkê Behdînanê kir û wiha domand: “Li Silêmanî, Kelar, Seyîdsadiq û Helebceyê bi dehan kes wêneyê bavê min bilind dikin lê ev saleke kes newêre ji tirsa PDK’ê li Dihokê piştgiriyê bikin. Li Dihokê hinek kesên xwedî pêdawîstiyên taybet tenê ji ber ku daxwaza berdana bavê min kirin, mûçeyê wan hatiye birîn. Dema diçin daxwaza mûçeyê xwe dikin jî, dibêjin biçin ji Bedel Berwarî bigirin.”

Bang li PDK’ê kir

Kurê mamosta Bedel di dewamê de bal kişand ser tendirustiya bavê xwe û girtiyên din Behdînanê û wiha pêde çû: “Bavê min di girtîgehê de gelek zeîf bûye, girtîgeh ne asayiye û 160 kes di odeyek 60 kesî de têne ragirtin. Ji ber pişta xwe, ev saleke bavê min nikare xew bike, her wiha ji bo şûştinê jî tenê çend kêlî ji bo wan diyar dikin. Nediyar e çi dixwin û vedixwin jî. Divê desthilatdarên PDK’ê ji Sedam Hisên ders bigir, kesê hêvî nedikir wê Sedam birûxe lê Sedam xwe bi destê xwe bû sedema têkçûna xwe.”

Arî got ku beriya mamê wî bimire, xwestiye birayê xwe Bedel bibîne lê rê nedane bibînin û di axaftina xwe de wiha bang li serokê PDK’ê kir: “Em jî kurd in, bav û bapîrên me jî xebat kirine. Me jî şehîd dan, tiştek nema ku me ji bo nîştimaniyê nekir, tenê ji ber ku me daxwaza azadiyê kir, bavê min hate girtin. Guh bide wijdana xwe û bavê min berde.” HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar