Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Çarşamba - 28 Ağustos 2024

‘Kurê min ewqas hatibû îşkencekirin ku min di hevdîtinê de nas nekir’

Girtiyên li Girtîgeha Jimar 1 a Bi Ewlehiya Bilind a Xarpêtê rastî îşkenceyên giran tên. Rêveberiya girtîgehê cilnimêj li odeyan bicih kirine û girtiyên ku nimêjê nekin jî îşkence dikin. Bavê girtî Ferît Bademkiran, Bahrî Demîrkiran got ku hefteya bihûrî ji ber îşkenceya ku li kurê wî hatiye kirin, kurê xwe nas nekiriye

Îşkence, nêzikatiya xerab, zext û binpêkirinên li Girtîgeha Jimar 1 a Bi Ewlehiya Bilind a Xarpêtê hê jî berdewame. Li gorî agahiyan, îşkence û nêzikatiya xerab li girtiyên ku di hucreyên yekkesî de tên girtin hatiye kirin. Yek ji van girtiyan jî Ferît Bademkiran e. Bademkirin di sala 2015’an de li Amedê hate girtin û di havîna sala 2017’an de jî sewqî Girtîgeha Jimar 1 a Bi Ewlehiya Bilind a Xarpêtê hate kirin.

Bademkiran nêzî 5 mehin jî di hucreya yekkesî de tê girtin. Bademkiran ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî 88 rojan di greva birçîbûnê de mabû. Bi bidawîbûna greva birçîbûnê re jî zexta li ser girtiyan zêde bû. Der barê mijarê de malbata Bademkirina ku hefteyek berê bi Bademkirina re hevdîtin kiribû, têkildarî mijarê agahî dan Ajansa Mezopotamyayê (MA).

Cilnimêj danîn hucreyan

Bavê Bademkiran, Bahrî Bademkiran da zanîn ku rayedarên girtîgehê cilnimêj danîne hucreyên girtiyan û girtiyên ku nimêj nekin jî rastî îşkence, heqaret û nêzikatiyên xerab tên. Bademkiran diyar kir ku kurê wî di greva birçîbûnê de gelek zeîf bû, pirsigrêkên tenduristiyê lê peyda bûne û baş nayê dermankirin.

Bang li raya giştî kir

Herî dawî jî bav Bademkiran ev agahî dan: “Ji ber îşkenceya ku li kurê min hatiye kirin, min di hevdîtinê de nas nekir. Bi tayînkirina midûrê nû re li girtîgehê zext zêdetir bûne. Ez bang li raya giştî dikim ku li dijî îşkenceyê bi hestiyar tevbigerin. Me û malbatên girtiyên din ên ku rastî îşkenceyê hatin, serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Amedê da û piştevaniya hiqûqî xwest.”

Li ser van îdiayan, nûçegihanên MA’yê li midûriyeta girtîgehê geriyan lê bersiva telefona wan nehat dayîn. XARPÊT

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar