Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Kurê min têkoşer e û bi wî serbilind im’

Dayika Hasîna Guler 75 salî ye û ji bo xwedîderketina li berxwedana girtiyan her roj dadikeve qadan. Dayika Hasîna ku hevjîn û kurê wê girtî ne dibêje ku ew bi têkoşîna kurê xwe serbilind e. Dayika Hasîna destnîşan kir ku dê heta dawiyê piştgiriyê bide berxwedana zarokê xwe û xwest ku tecrîd bi dawî bibe

Dayikên girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne, ji bo xwedîderketina li çalakiya zarokên xwe rojane li qadan e. Yek ji van dayikan jî Hasîna Guler e. Dayika Hasîna 75 salî ye û tevî hevjînê wê, kurê wê jî girtî ye. Kurê dayika Hasînayê Habîb Guler 16 sale û hevjînê wê Siddik Guler jî 25 sale girtî ye. Kurê wê li Girtîgeha Jimar 2 ya Kandirayê ji 1’ê adarê ve di greva birçibûnê de ye. Hevjinê dayika Hasînayê jî 79 salî ye û li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê girtî ye. Bav û kur her du jî cezayê muebetê lê hatiye birîn.

Dayika Hasîna ji bo xwedîderketina li berxwedana girtiyan, 20 roj in li Parka Koşuyolu ya Rezan a Amedê li ber xwe dide. Dayika Hasîna têkildarî mijarê axivî û di serî de xwest ku tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe. Dayika Hasîna wiha domand: “Herî dawî beriya ku kurê min bikeve greva birçîbûnê çû bûm serdana wî. Pîr im û êdî nikarim biçim. Lê wî hîs dikim. Rewşa wî hîs dikim. Dilê min dişewite. Hefteyê carekê li min digere û hêzeke mezin dide min. Ez keyfxweş dibim, bi hêvî û bi moral dibim. Bi vê hêzê têdikoşim.”

‘Vîn û baweriya kurê min gelek xurt e’

Di berdewamê de jî dayika Hasîna ev tişt anî ziman: “Piştî hevjînê min hate girtin, me rojên gelek zehmet derbas kirin. Zarokên min biçûk bûn û dewletê gundê me û mala me şewitand. Dema em hatin Amedê kesî xanî nedida me. Vîn û baweriya kurê min gelek xurt e. Ji bo têkoşîna xwe mirinê dide ber çavan. Ez bi têkoşîna wî serbilind im. Dewlet dixwaze bi çend hevdîtinan me bixapîne. Lê heta tecrîd bi dawî dibe ez ê li gel kurê xwe têbikoşim. Dayik her roj li qadane çima? Ji ber ku kezeba wan dişewite. Ger wisa nebe ma kî dixwaze her roj li kolanan lêdanê bixwe? Min ji kurê xwe pirsa ‘tu çima ketî grevê?’ kir. Got; ‘Me ewqas zilm dît. Ger ku ez di nava vê têkoşînê de cih negirim ez ê li ku cih bigirim?’ Min jî jê re got; ‘ger ez jî ji bo te li qadan nebin dê kî li qadan be? Em bang li rayedaran dikin êdî bes e bila dengê me bibihîzin û gavan bavêjin. “ AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar