Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Kurt: Bila dengê me bê bihîstin

Kedkarê Grup Yorumê Cemîl Kurt ev 104 roj in ji bo ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hêjmar 1 a Dumlu ya Erziromê bê sewqkirin di greva birçîbûnê de ye. Bavê Kurt Dûrsûn Kurt got, “Ji bo daxwazên zarokên me yên sewqkirinê pêk were, ma qey divê bimirin.”

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyeyê ku tecrîd lê giran dibe, ji ber ku daxwazên herî hêsan ên veguhastinê jî nayên bicihanîn, neçar dimînin çalakiyên grevê pêk bînin. Yek ji van girtiyan kedkarê Grup Yorum Cemîl Kurt bi daxwaza ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Dumlu ya Erziromê sewqî girtîgehek li Stenbolê ku malbata wî lê ye bibe, 104 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem de ye. Bavê Cemîl Kurt Dursun Kurt ji ANF’ê re axivî û da zanîn ku ji ber çalakiyê kurê wî daketiye 39 kîloyan û banga hestiyariyê kir.

Dursun Kurt, diyar kir ku kurê wî ku yek ji kedkarên Grup Yorumê ye di sala 2022’yan de dema ku li dijî qedexekirina konseran ên bi awayekî keyfî pêk dihatin derket, bi awayekî bêhiqûqî hatiye girtin û got, “Di 21’ê Adara 2023’yan de kurê min ji girtîgeha Silîvrî ya hejmar 9 sirgûnî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Dumlu ya Erziromê kirin. Ji wê demê ve jiyana me veguherî zindanê. Ji ber nexweşî û derfeta min a aborî nikarim her tim biçim hevdîtina kurê xwe. Herî dawî di Sibatê de çûm girtîgehê. Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hêjmar 1 a Dumlu ya Erziromê mîna bîraye. Ev ne girtîgeh in ku zarokên me lê tên ragirtine. Hucre mîna qutîkan e. Cihê bêhndanê lê nîne. Pacên wan jî ji dîwaran pêk tê. Kurê min bi hevrêyekî xwe yê bi navê Alîşan Gul re di nava tecrîdê de dimîne. Ew jî bi daxwaza sewqkirinê di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ye. Herî dawî dema bi kurê xwe re bi telefonê axivîm, got ku ew daketiye 39 kîloyan û rewşa hevalê wî Alîşan giran bûye.”

Kurt, anî ziman ku daxwaza sewqkirinê daxwazek ji rêzê ye û dikare were bicihanîn û got, “Zarokên me bi biryar in ku heta daxwazên wan bê bicihanîn, çalakiya xwe bidomînin. Ji bo daxwazên zarokên me yên sewqkirinê pêk were, ma qey divê teqez bimirin. Bila dengê me bê bihîstin êdî.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar