Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Kurtaj li Arjantînê qanûnî bû

Senatoya Arjantînê piştî hevdîtinên ji 12 saetî, mafê kurtajê qanûnî kir. Bi vî rengî bû yekemîn welatê Amerîkaya Latîn ku mafê kurtajê qanûnî kir

Navenda Nûçeyan

Li Arjantînê piştî civîna ji 12 saetî ya li senatoyê, mafê kurtajê hat naskirin. Heta niha tenê di encama ducaniya ji ber destavêtinê û metirsiya li ser jiyana dayikê, destûra kurtajê dihat dayîn. Pêşnûmeya ku vê qedexeyê bi dawî dike û heta hefteya 14’an a ducaniyê mafê kurtajê dide jinan, her wiha tedbîrên pêwîst ên bêpere dide jinan, li senatoyê hat qebûlkirin. Di dema dengdanê de 38 senatoran dengê ‘erê’, 29 senatoran dengê ‘na’ dan, senatorek jî bêalî ma.

Arjantîn bi vê dengdanê re bû yekemîn welatê herî mezin ê Amerîkaya Latîn ku vî mafî qebûl dike. Kurtaj li Amerîkaya Latîn li hin eyaletên Meksîka, Ûrûgûay û Kubayê qanûnî ye. Li El Salvador, Hondûras, Nîkaragûa û Haîtiyê kurtaj bi temamî qedexe ye. Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan têkildarî mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku qebûlkirina vî mafî li welatekî mezin ê mîna Arjantînê, dê têkoşîna ji bo misogerkirina mafê jinan a li Amerîkaya Latîn bi pêş ve bibe.

Beriya dengdana li senatoyê hem alîgir hem jî dijberên mafê kurtajê çalakî li dar xistin. Kongreya Arjantînê beriya niha pêşnûme qanûnên li ser naskirina mafê kurtajê red kiribû. Di dengdana dawî de yekemcar hikûmetê piştgirî dida pêşnûmeyeke bi vî rengî.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar