KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Kurte jiyana Denîz Cevdet Bulbun

Denîz Cevdet Bulbun bi xeyalê pêkanîna yêkitiya di nav kurdan de, dema Endamê KNK bû û nûnertiya KNK ya başûrê Kurdistanê dikir ji aliyê PDK û dewleta tirk ya dagirker ve hate şehîdkirin.

Roja 18’yê cotmehê li dijî avahiya Nûnertiya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ya başûrê Kurdistanê ku li bajarê Hewlêrê ye, êrîşeke çekdarî pêk hat. Di êrîşê de Endamê  û Nûnerê KNK’ê yê başûrê Kurdistanê Denîz Cevdet Bulbun şehîd bû. Derket holê ku Bulbun jî yek ji hezaran Kurdistaniyên mexdûrê zor û zilma dewleta tirk ya dagirker bû ku ji neçarî terka gund, bax û bostanên bav û kalên xwe kirîbû û jiyanek koçberiyê dijî.

Rêwîtiya ji gundê Dêlezî yê navçeya Gevera Colemêrgê

Denîz Cevdet Bulbun bi eslê xwe ji gundê Dêlezî yê navçeya Geverê ya girêdayî Colemêrgê ye. Sala 1987’an di nav malbatekî welatparêz de ji dayik dibe. Di bin zordariya dewleta tirk ya dagirker de dibistana amadeyî ya Geverê dixwîne. Ji wir derbasî Zanîngeha Yuzuncî Yil ya Vanê dibe. Di van hemû dibistan û zanîngehan de ferzkirina zimanê tirkî û qedexeyên li ser çand, ziman û baweriya civaka xwe re şahîdî dike. Ev yek tu carî bi Denîz re gavê paşde nade avêtin. Berovajiyê wê bi israr, bi heskirinek mezin li çand, ziman, dîroka xwe de israr dike û tu carî teslîmî şerê taybet yê dewletê nabe. Ev yek di heman demê de ruhek tekoşêr û serhildêre li hemberî hemû cûrên zilm, zor û bindestiyê.

Dibe Rêveberê Komaleya Xwendekarên Welatparêz. Di bin zextên fêrkirina zimanê tirkî û hewildanên zimanê dayikê dayîna jibîrkirin de bi înadekî mezin giraniya xwe dide ziman, wêje û dîroka kurdî.

Eşqa kar û xebata kurd û Kurdistanê

Ji ber zextên dewleta dagirker dikeve girtîgeha dewleta tirk. Sala 2011’yan ji ber kar û xebatên wî yên ji bo pêşxistina zimanê dayikê tê girtin. Salek û nîvê li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê tê girtin. Çawa tê berdan gavekî din jî davêje û di rêveberiya Kurdî Der’ê de ku Komeleya Lêkolîn û Pêşvexistina Zimanê Kurdî ye de cîh digre. Xwe di gramer, nivîs û xwendina zimanê dayikê de her diçe pisportir dike û sala 2014’an li Geverê di Dibistana Seretayî ya Dayika Ûveyş de dibe mamosteyê zimanê kurdî. Ji bo zarok, cîwan zimanê dayikê fêr bibin, bikarin bi axivin, bixwînin û binivîsin bi heskirin û eşqekî mezin pir ked dide. Ev yek dibe wesîle ku tenê bi perwerde dayîna li wê dibistanê re jî nemîne, di navbera salên 2014-2016 de li ser dîroka kurd û Kurdistanê li akademiya siyasetê ya Geverê de jî perwerde bide. Cardin piştre cihê xwe di Meclîsa Gel ya Geverê de digre. Dilê gel jî qezenc dike û demeke kar û xebatên meclîsê de aktîf cîh digire. Piştre berxwedana xwerêveberiyê li Geverê destpê dike.

Jiyana koçberiyê ya di nav 3 parçeyên Welat de 

Her çiqas Deniz Cevdet Bulbun ji bakurê Kurdistanê bû, ji ber zor û zextên dewletê bi neçarî terka gund û bajarê xwe kir. Cara yekemîn ji bo kar û xebatên tekoşîna azadiyê ya li rojavayê Kurdistanê ji nêz ve bibîne kete rê. 3 salan di nav kar û xebatên şoreşê de cih girt. Di vê navberê de xebatên xwe di warê lêkolîna wêjeya kurdî de kûrtir dikir û dest bi xebatek nivîsandina pirtûkek li ser wê mijarê kir. Denîz Cevdet Bulbun sala 2019’ê derbasî Hewlerê bû û ji wê demê ve li Hewlerê dijî.

Li xebatê xwe têkoşîna pêkanîna yêkitiya nav kurdan zêde kir

Yek ji xeyalên Denîz Cevdet Bulbun pêkhatina yekitiya di nav kurdan de bû. Ji bo ku qirkirin, asîmîlasyon bidawî bibe, herwiha ji bo ku civaka kurd bikaribe bi awayek azad bijî pêkhatina yekitiyê netewî ya kurdan şert didît. KNK jî ji xwe re kirîbû armanc ku vê yekîtiyê pêk bîne. Ji bo wê gelek komxebat, gelek hevdîtinên fermî, bangawazî kirin û di vê armancê de her bi israr û înad li ser mijarê de diçû. Bulbun jî vê potansiyela wek baneke ku yekitiya kurdan ava bike didît û xwe bi dil û can tevlî KNK’ê kir û bû endamê KNK’ê. Salên borî wek nûnerê KNK yê başûrê Kurdistanê gelek kar û xebatên li Hewlerê jî kirin. Şehîd Denîz Cevdet Bulbun li pey xwe mîrasek tijî tekoşîn û berxwedêr hişt bi hêviya rojek xeyal û armancên wî pêk were; bê gûman yek ji van daxwazan avabûna yekitiya netewî ya di nava kurdan de ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar