Serokê Baroya Wanê Zulkuf Uçar, Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan û Alîkarê Serokê Baroya Agiriyê parêzer Vûral Kaya li ser kuştina Tahîr Elçî axivîn. Di axaftina de kuştina Elçî wek ‘sûîkast’ û kuştina polîtîk hat nirxandin û hat gotin ku çi dibe bila bibe dê vê cînayetê ronî bikin
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di 28’ê mijdara 2015’an de dema li ber Mînareya Çar Ling a li navçeya Sûra Amedê ji bo rûxandina minareyê daxuyanî dida çapemeniyê hat kuştin. Bi ser kuştina Elçî re 4 sal derbas bûn. Di nava 4 salan de ji bo ku kuştina Elçî bê ronîkirin, lêpirsînek bi bandor nehat birêve birin. Serokê Baroya Wanê Zulkuf Uçar pêvajoya hat jiyîn nirxand û diyar kir ku desthilatdariyê daraz kiriye bin bandora xwe û dibe ku heya demekê jî ev cîneyat neyê ronîkirin.
Uçar bi bîr xist ku Tahîr Elçî di tevahiya jiyana xwe de, li şûna şer tim aştî xwest û wiha axivî: “Di pêvajoya ku bû sedama qetilkirina Tahîr Elçî de, bi taybetî piştî tev li bernameyekê TV bû û gotinên di wê bernameyê de got, rastî bertekan hat. Dûre Tahîr Elçî tim rastî lîncê hat. Elçî ji ber gotinên xwe yên di vê pêvajoyê de kirin, hat girtin. Piştre jî destekê tarî ev qasidê aştiyê qetil kir. Qetilkirina mirovekê wiha ji bo me hemûyan pir bi êş e. Ne tenê ji bo me, ji bo tevahiya welat rewşek pir bi êş e. Tahîr Elçî ji bo me ronahiyê bû. Hiqûqnasekê rast û parazvanên mafê mirovan bû. Ji bo ku her kes vî nirxê girîng zanibe û li ser rêya wî bibe hiqûqnasek baş, divê em wî vebêjin.”
‘Dixwazin bêyî ceza bi encam bikin’
Di axaftina xwe de Uçar da zanîn ku dixwazin cinayeta Elçî bêyî sûcdar bên cezakirin bi encam bikin û wiha domand: “Ligel bi dehan belgeyan, agahiyan, delîl û pêvajoya derbas bûyî, hîn jî derbarê vê lêpirsînê de tu gavek şênber nehatiye avêtin. Weke baroyan me hemû dîmenên bûyerê ji Beşa Mîmartî ya Edlî ya Zanîngeha Londra Forensîc Archîtecure re şandin û pisporan rapor amade kirin. Di rapora hat amadekirin de, 3 polîs hatin tespît kirin. Derket holê yek ji van sê polîsan yek jê kujerê Elçî ye. Ligel van hemû raporan jî gel ev bûyer nayê çareserkirin, wê demê di vir de pirsgirêkek cîdî heye. Dixwazin bêyî ceza li bersûcan bibirin dosyeya Elçî bi encam bikin.”
‘Ev sûîkastek aşkera ye’
Her wiha Uçar dest nîşan kir ku dixwazin mîna Roboskiyê ser vê cînayetê jî bigirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi taybetî Baroya Amedê û komîsyona ji bo ronîkirina vê cînayetê hat avakirin, peywireke girîng dikin û dosyayê dişopînin. Dibe ku di pêvajoya îro ya heyî de, faîl dernekevin holê, lê teqez rojekê ev faîl derkevin pêşberî darazê. Li gorî min ev faîl îro bi destên hinekan tên parastin. Di rastiyê de ev cînayet sûîkasteke aşkera ye. Veşartina vê sûîkatê bi hiqûqa Tirkiyeyê ve girêdayî ye. Hiqûqa Tirkiyeyê zirarek pir mezin dîtiye. Siyaset darazê ber alî dike. Di demek wiha de ne pêkan e ku hin tişt derbikevin holê û bên ronîkirin. Lê çi dibe bila bibe, heval û rêhevalên Tahîr Elçî wê vê cînayetê ronî bikin.”
‘Ger hikûmetê bixwesta dikarîbû faîlên Elçî derbixwe holê’
Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan û Alîkarê Serokê Baroya Agiriyê parêzer Vûral Kaya jî bi boneya 4’emîn salvegera qetilkirina Tahî Elçî axivîn û diyar kirin ku têkoşîna Elçî, ji bo civata hiqûqî mîrateyek mezin hişt.
Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan diyar kir ku Elçî parêzerê vî gelê mexdûr bû û wiha axivî: “Lê ev qasidê aştiyê kuştin. Ligel hemû hewldanên Baroya Amedê û hiqûqnasan jî, di cînayeta Tahir Elçî de tu pêşketine çênebûye. Ev yek me pir xemgîn dike. Ez nizanim ku li vî welatî mirov dikare behsa demokrasiyê bike yan na, lê ger misqalekê wê jî hebe, wê demê divê ev cînayet bê ronîkirin. Ger hikûmet bixwesta dikarîbû vê bûyerê ronî bike û faîlan bibîne. Hikûmet û daraz di vê mijarê de erka xwe bi cih nayînin. Lê ev yek dê tu carî têkoşîna me paş nexwe. Em ê tu carî Elçî ji bîr nekin.”
‘Kuştina Elçî polîtîk e’
Alîkarê Serokê Baroya Agiriyê parêzer Vûral Kaya jî anî ziman ku Elçî bitêkoşîna xwe, ji bo civata hiqûqî mîrateyek mezin hişt û wiha got: “Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû got ku ‘Em ê di serdema xwe de rê nedin faîlên kiryar ne diyar.’ Lê bi ser kuştina Elçî re 4 sal derbas bûn û hîna bersûc nehatine dîtin. Ev yek ji bo hiqûqa Tirkiyeyê şermek mezin e.”
Her wiha Kaya dest nîşan kir ku cînayeta Elçî polîtîk e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo vê zemîn hat amadekirin. Berî ku Elçî bê kuştin li ser medya neteweyî li dijî wî dest bi hewldana lîncê hatibû kirin. Dûre rûyê sar ê mirinê di şexsê Elçî xwe nîşan da. Divê em parêzer û hemû baro bibin şopdarê vê bûyerê. Mirina her mirovekê ji bo me windahiyeke. Ji bo ku faîl derbikevin holê û bên darizandin, divê hemû kes berpirsiyartiya xwe bi cih bînin.” WAN/COLEMÊRG/AGIRÎ