Navenda Nûçeyan
Li Ewropayê 10 rêxistin û saziyên jinan, ji bo Gulistan Şaylemez ku di 15’ê sibatê de li Amedê ji aliyê birayê xwe ve hatibû qetilkirin, daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de kuştina Şaylemez hat şermezarkirin û hat destnîşankirin ku wê ji bo qetilkirinên jinan bêdeng nemînin.
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:
“Gulistan Şaylemez 15’ê sibatê li Amedê ji aliyê birayê xwe ve hate kuştin dayika çar zarokan bû. Em ê ew kuşt û yê ku bûn sedema kuştina wê şermezar dikin. Çi zîhniyeta dewleta tirk a faşîst, çi jî zîhniyeta hevser, kek-bira ji bo me jinan weke hev in! Kujer, kujer e! Bira yan jî kek be vê rastiyê naguherîne.
Em ê li hember kuştinên jinan bêdeng nemînin
Gulistan Şaylemez çima hat kuştin? Ji hevserê xwe cihê bûbû, bi zarokên xwe re dima. Li hemberî zor û zehmetiya jiyanê li ber xwe dida û hewl dida ji bo xwe jiyaneke nû ava bike. Lê belê di temenê xwe yê ciwan de li naverastê bi rengekî ku qet heq nedikir hat kuştin. Bêdengiya li pêşberî kuştina jinan tê wateya hevkariya komkujiyan. Em ê li hemberî vê bûyera kuştinê bêdeng nemînin. Divê gelê kurd êdî vê zîhniyetê rawestîne. Kê biryara vê komkujiyê dabe divê êdî bê teşhîrkirin. Kujer kî dibe bila bibe, rastiya kujeriya wî naguhere. Em careke din kujer, malbat û dewletên ku kujeran diparêzin şermezar dikin.
Di şexsê jinan de tundî li civakê dibe
Gulistan Şaylemez a di temenê zarokatiyê de hate zewicandin bû qurbanê paşverûtiya malbatê. Jin li kîjan civakê bên kuştin, ev yek paşverûtî ye, hovîtî ye. Nêzîkatiyên ku bûyerên kuştinê asayî nîşan didin, nêzîkatiyên ji rêzê ti carî nayên qebûlkirin. Jin ne tenê li nava malbatê û li qadên cemaweriyê jî tên kuştin, bi taybetî dewlet serkêşiyê ji vê faşîzma zayendperestiyê re dike. Tundî ne tenê li dijî jinê ye, di şexsê jinê de li dijî tevahiya civakê tê kirin.
Tundiya li dijî jinê pirsgirêka bingehîn a jinan hemûyan e. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, divê jin cudahiya ziman, ol, nijad û etnîkî deyne aliyekî û li hev bicivin. Kuştina jinê êdî gihîştiye asta qirkirina zayendî. Ji ber vê yekê pêwîstî bi têkoşîneke rêxistinî heye. Heta ku jin di têkoşîna rêxistinbûyî de bi rengekî hevgirtî tevbigerin dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin û pêşî li qirkirina jinê bigirin. Bi navê sazî û meclîsên jinan em kuştina jinan bi tu bahaneyi qebûl nakin. Biryara kuştina Gulistan ji aliyê kê ve hatibe girtin divê bê darizandin.”
Sazî û rêxistinên jinan ên mohra xwe danîne binê bangê:
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê
Meclîsa Jinê ya Desdan
Dziewuchy Berlîn
Women Defend Rojava-Elmanya
Partiya Femînîst Dîe Fraûen
Yekîtiya Xwendekarên Jin ên Kurd
Meclîsa Jinê ya Êzidî ya Binevş a Berlînê
Meclîsa Jinê ya Ûta-Dresden
Yekîtiya Jinên Sosyalîst
Yekîtiya Jinên Koreyî Trostfraûe