Serkêşê Hêzên Qudsê Qasim Silêmanî li Bexdayê ji hêla DYA’yê ve hate kuştin. Li ser vê yekê li hêlekê rayedarên Îranê gefên tolhildanê xwarin û banga amadebûna şer li alîgirên xwe kirin, li hêla din jî kuştina Silêmanî weke destpêkirina şerekê hilweşîner nirxandin
Generalê payebilind ê Îranê Qasim Silêmanî li Bexdayê ji aliyê DYE’yê ve hate kuştin. Vê êrişê Rojhilata Navîn hejand. DYE’yê bang li welatiyên xwe kir ku ji Iraqê derkevin. Artêşa Mehdî ji nû ve çalak bû. Milîsên alîgirê Îranê ketin nava liv û tevgerê.
Serkêşê Hêzên Qûdsê ku yekîneyeke taybet a ser bi Mûxafizên Şoreşê yên Îranê ye general Qasim Silêmanî li balafirgeha Bexdayê bû hedefa êrîşa hêzên DYA’yê. Li gorî Pentagonê bi fermana serokê DYA’yê Donald Trump konvoya Silêmanî di 2’ê çileyê de bû hedefa êrîşa wan.
Tevî Silêmanî, fermandarê Heşdî Şabî Ebû Mehdî El Mûhendîs jî di vê êrîşê de mir. Hate ragihandin ku her du jî di hundirê heman wesayîtê de bûn. Hate gotin bombe li wesayîteke din jî hatine barandin ku parêzvanên Heşdî Şabî tê de bûn û bi giştî herî kêm 8 kes hatin kuştin. Li gorî agahiyan fuzeyên diçin hedefa xwe ji helîkoptereke amerîkî hatine avêtin.
Washington: Ji bo tedbîreke jêvegerandinê ye
Wezareta Parastinê ya DYA’yê diyar kir ku ji bo parastina personelên amerîkî yên li derveyî welat tedbîreke ‘jêvegerandinê’ ye. Wezareta Parastinê bi domdarî destnîşan kir ku ev êrîşa hewayî ji bo wê yekê ye ku Îran ji projeyên xwe yên êrîşê hemûyan ên dema bê vegere. Li gorî Washîngtonê, Qasim Silêmanî berpirsyarê êrîşên mehên dawî yên li dijî baregehên amerîkî yên li Iraqê û êrîşa li dijî Sefaretxaneya Bilind a DYA’yê ya li Bexdayê ye.
Xamaney gefa tolhildanê xwar
Lîderê olî yê Îranê Alî Xamaney jî nerazîbûn nîşan da û ev tişt anîn ziman: “Toleke giran li benda kujerên Silêmanî ne. Bi destûra xwedê berhem û rêya wî dê li vir raneweste. Dê toleke bêeman bê serê sûcdarên ku destê wan di xwîna wî û şehîdên mîna wî de hene.” Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mûhammed Cevad Zarîf jî di ser twîtterê peyama ‘Ev yek rageşiyeke gelekî metirsîdar e’ parve kir. Berdevkê saziya ewlekariya payebilind a Îranê Keyvan Kûsravî jî aşkera kir ku konseya ewlekariya bilind dê bi rengekî lezgîn li hev kom bibe.
Qasim Silêmanî kî ye?
General Silêmanî hem li welatê xwe û hem jî li derveyî welat yekî girîng bû. Operasyonên derve yên Îranê bi rê ve dibir. Di mezinbûna bandora Îranê de ya li Rojhilata Navîn roleke xwe ya girîng hebû. Pêwendiya Tehranê bi Hîzbûllah a Lubnanê, hikûmeta Beşar El Esad û milîsên li Iraqê xurt kir. Hêzên Qudsê her wiha li Filistînê bi Hamas û Îslamî Cîhad, li Yemenê jî bi milîsên Hûsî yên şîa re têkiliyeke xurt danî. Hucreyên li Lubnan, Azerbaycan, Efxanistan, Bahreyn, Sûriye, Yemen, Hindistan, Tirkiye û gelek deverên din ên dinyayê belav bûn bi Hêzên Qûdsê ve girêdayî ne ku Silêmanî serkêşiya wan dikir.
Çalakiyên li Iraqê ji nêzve dişopand
Silêmanî di sala 1998’an de dest bi fermandariya Hêzên Qûdsê kir. Di nava 20 salên dawî de bû hedefa gelek hewldanên sûîqestê yên servîsên îstîxbaratê yên rojavayî, Îsraîl û ereb. Silêmanî xwepêşandanên li Iraqê yên ji 1’ê cotmehê û vir ve û hewldanên ji bo avakirina hikûmeta nû ji nêz ve dişopand. Çalakgeran daxwaza guhertina rejîmê kirin û nerazîbûn nîşanî serweriya Îranê dan ku weke berpirsyarê karên ne li rê yên li Iraqê didîtin.
Derbeke mezin li Îranê hate xistin
Bûyera dawî ya kuştinê di çarçoveya rageşiya bi DYA’yê re weke derbeke giran a li Îranê hate xistin, tê nirxandin. Lê belê di heman demê de îşaretê bi wê yekê dike ku DYA dixwaze rageşiyê bilind bike. Piştî ku DYA di sala 2018’an de bi rengekî yekalî xwe ji peymana nukleerê vekişand û ji nû ve pêkanîn ferz kir, ji hingî ve alozî û rageşî zêde dibe.
Ji analîstên berê yên CIA’yê Kenetth Pollack di sala 2017’an de ji kovara Tîme re nirxandinek kir û Silêmanî bi gotina, ‘Ji bo şîa yên li Rojhilata Navîn weke yekî ji James Bond, Erwîn Rommel û Lady Gaga pêk tê ye.’ Kovarê ew hejmara xwe ji 100 kesên herî bi bandor ê dinyayê re veqetandibû. Silêmanî tevî ku gelekî bi bandor bû, li Îranê mîna stêrkekî bû. Silêmanî li eniyên şer selfî dikişand û diweşand. Li gorî Pollack Silêmanî bi vî rengî nîşan dida ku ew li ser kişika Rojhilata Navîn serwer e.
‘Mîna dînamîtek li nava barûdê ketibe’
Rojnameya Le Fîgaro ya Fransayê jî şîroveyeke bi vî rengî kir: “Serokê Amerîkayê bi biryara xwe ya ji bo kuştina berpirsyarekî payebilind ê Îranî rê li ber erdhejekê vekir ku dê li Rojhilata Navîn encamên xwe giran be.” Li gorî rojnameyê, Silêmanî yek ji kesên herî bi bandor ê Rojhilata Navîn bû. Alîkarê serokê berê yê DYA’yê Joe Bîden destnîşan kir ku serokê DYA’yê dînamît avêtiye nava bermîla ji barûdê.
Li gorî nûçeya AFP’ê, pisporekî amerîkî Phîlîp Smyth ji bo kuştina Silêmanî ev nirxandin kir: “Ji kuştina lîderê çeteya DAIŞ’ê Ebû Bekir El Bexdadî û lîderê El Qaîdeyê Bîn Ladîn operasyoneke girîngtir e.”
DYA’yê bang li welatiyên xwe yên li Iraqê kir
Bi kuştina Silêmanî û daxuyaniyên rayedarên Îranê yên ji bo tolhildanê re, rayedarên Amerîkayê jî bang li welatiyên xwe yên li Iraqê kir ku di zûtirin dem de Iraqê biterikînin.
Serokên şiiyan banga ‘amade bin’ dan alîgirên xwe
Kuştina Qasim Silêmanî li Bexdayê bandoreke giran kir. Lîderê Şîa Muqteda Sadr ku li gel tevgera protesto ya li Iraqê cih digire, Artêşa Mehdî çalak kir û fermana ‘amade bin’ da wan.
Şefê Asayîb Ehlî Heq Kaîs El Hazalî ku yek ji komên girîng ên Heşdî Şabîd ê alîgirê Îranê ye fermana ‘amade bin’ da milîsên xwe hemûyan. Hazalî got; ‘Divê şervanên berxwedanê amade bin, li pêşiya me fetih û serkeftinên mezin hene.’
‘Li Iraqê dê şerekî hilweşîner dest pê bike’
Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî ku demek berê îstîfa kiribû jî li ser kuştina Silêmanî û fermandarê Heşdî Şabî ev nirxandin kir: “Dê şerekî hilweşîner li Iraqê dest pê bike. Kuştina fermandarekî leşkerî yê Iraqî ku wezîfedarekî fermî ye, êrîşeke li dijî dewlet, hikûmet û gelê Iraqê ye.”
Bertekên ji Senatoya DYA’yê
Senatorê komarger ê nêzî Trump, Lîndsey Graham jî gef li Îranê xwar û got, ‘Ger hûn ji vê bêhtir dixwazin, dê bêhtir jî bê serê we bê.’ Li gorî nûnerekî demokrat, kongre ji êrîşê nehate agahdarkirin. Senatorê demokrat Tom Ûdall got; ‘Serok Trump bêyî destûra kongreyê neteweya me ber bi şerekî îllegal ê li dijî Îranê dehf dide.”