Navenda Nûçeyan |
Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî bi boneya salvegera damezrandina Yekitiya Zanayên Îslamî yên Kurdistanê li ser hesabê xwe yê fermî peyamek belav kir.
Lahor di peyamê de îşaret bi çend xalên girîng ên der barê rewşa başûrê Kurdistanê de kir û wiha got: “Niha çarenûsa gelê me ketiye destê çend siyasiyên çavbirçî û berjwendîparêz. Daxwazê ji oldaran dikim bi rêya mizgeftan xelk ji siyaseta çewt a desthilatdarên herêmê agahdar bike, ji bo gelê hişyar be. Her wiha ji bo em tev bihevre hewl bidin pêşî li biryar û palnên ewlekarî û aramiya herêma me têk didin û berjewendiyên gelê me dixine metirsiyê bigirin.”
Şêx Cengî da zanîn ku her timî roleke girîng a oldaran di têkoşîna rizgariya gelê kurd û parastina nirxên mezin ên niştimanî de hebûye.
Lahor Şêx Cengî diyar kir ku ola îslamê, parastina yekitî, aştî, efû û bihevre jiyankirinê esas digire û wiha got: “Hêvî dikim salvegera damezrandina yekitiya we, bibe hewldanek ji bo pêşdebirina piştevanîkirina mijarên niştimanî û neteweyî.”