Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Lavrov cardin Rejima Sûriyê û Tirkiyeyê parast û êrîşî kurdan kir

Lavrov di mijara Sûriyeyê de cardin DYA û mitefîkên wê bi tundî rexnekirin û xwedî li kiryarên rejîma Sûriyeyê û dagirkeriya Tirkiyeyê derket

Navande Nûçeyan

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di daxuyaniya çapameniyê ya sala nû de polîtîkaya Federasyona Rûsyayê ya sala 2021’an vegot. Di nirxandinên berfireh ên Lavrov de ku vîzyona siyasî ya Rusyayê ya sala nû diyar dike de mijara Sûriyeyê derket pêş.

Lavrov di mijara Sûriyeyê de cardin DYA û mitefîkên wê bi tundî rexnekirin û xwedî li kiryarên rejîma Sûriyeyê û dagirkeriya Tirkiyeyê derket. Di daxuyaniyên Lavrov de ev xal derketin pêş: “DYA li aliyekê ketina alîkariyên mirovîn a Sûriyeyê asteng dike û li aliyê din jî piştgiriyê dide kurd û komên girêdayî xwe yên li rojhilatê çemê Firatê. Bi vî awayî kurdan teşfiqî cudaxwaziyê dike û dixwaze Sûriyeyê bide dabeşkirin. Çavkaniyên petrolê yên di bin bandora xwe de ji bo hevkarên xwe bikar tîne.”

‘Divê DYA hêzê li hemberî Sûriyeyê bikar neyne’

Lavrov di berdewama axaftina xwe de balkişand ser tedbîrên DYA’yê li hemberî rejîma Esad girtin jî rexnekir û ev tişt got: “Em dibêjin divê DYA hêzê li hemberî hikûmeta Sûriyeyê bikar neyne. Em bi DYA’yê re bi riya artêşan di têkiliyê de ne. Lê ev hebûna wan a li Sûriyeyê rewa nake. Em vê yekê ji bo hin xebatên pêwist dikin. Em wan ji wir bi zorê dernaxin ji ber ku em bi wan re nakevin nav şer. Lê ji ber ku li wir in, ji bo pevçûn dernekevin em têkiliyê didomînin. Ligel vê yekê em şideta wan a li hemberî baregehên Sûriyeyê bi tundî rexne dikin.”

Rûsya dê piştgiriya şidetê û dagirkeriyê bidomîne

Wezîrê Karên Derve Lavrov di tevahiya axaftina xwe de sûcên rejîma Sûriyeyê û Tirkiyeyê li hemberî sivîlan pêk tînin ji nedîtî ve hat û bi daxuyaniyên xwe nîşan da ku Rusya dê di sala nû de jî vê polîtîkaya piştgiriya şidet û dagirkeriyê bidomîne.

Çavûşoglu li ser riya Moskovayê ye

Di berdewamiya axaftina xwe de Lavrov balkişand ser têkiliya Tirkiye û Rusyayê jî û diyar kir ku dê Wezîrê Karên Derveyî yê Tirkiyeyê Mevlût Çavûşoglu di demên pêş de serdana Moskovayê bike.  Di demek Tirkiye êrişî Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê dike û Rûsya li hemberî vê bêdeng de serdana Çavûşoglu balê dikişîne. Ji ber ku Rûsya ji bo parastina rejîma Asad Tirkiyeyê li hemberî Rêveberiya Xweser û gelên herêmê wekî gefekê bikar tîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar