Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Lavrov: Em ji bo diyaloga navbera Şam û Kurdan amade ne

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, têkildarî operasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û diyar kir ku ji bo diyaloga navbera kurdan û Şamê amade ne û divê pirsgirêk bi rêya diyalogê bê çareserkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Sergey Lavrov ku duh têkildarî operasyona Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hempîşeyê xwe yê Tirkiyeyê Mevlût Çavûşoglû re hevdîtin pêk anî, derbarê plana operasyonê û rewşa herêmê axivî. Lavrov, di civîna xwe ya çapemeniyê ya bi hempîşeyê xwe yê kazak Mûhtar Tîleûberdî re ku li paytexta Kazakistan Astanayê pêk anî de diyar kir ku Çavûşoglû jê re gotiye girêdayî prensîba parastina yekparebûn û serweriya Sûriyeyê ne.

Ji bo diyalogê têkilî danîne

Di berdewamê de Lavrov, destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê bi kurdan û Rêveberiya Şamê re re têkilî danîne û wiha got: “Me ji bo çareserkirina pirsgirêkê banga diyalogê li kurdan û Rêveberiya Şamê kir û ji bo destpêkirina diyalogê em amade ku piştgiriyê bikin. Helwesta me ya teqez a ji bo çareserkirina pirsgirêkên li vê herêma Sûriyeyê ev e; Em ji bo çareserkirina pirsgirêkên li vê herêmê li aliyê diyaloga di navbera nûnerên kurdan û Rêveberiya Şamê ne.”

‘Em amade ne piştgiriya diyalogê bikin’

Lavrov anî ziman ku ji bo pêkhatina aramî û berdewamkirinê rêya tekane ya çareseriyê diyalog e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Duh me ji rayedarên Şamê û nûnerên kurdan jî bihîst ku ji bo diyalogê amade ne. Em amade ne ku di asta herî jor de piştgirî bidin destpêkirina vê diyalogê. Em hêvî dikin ku aktorên din jî piştgirî bidin vê yekê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar