Peymana Lozanê sedsalek bi gelê kurd da windakirin û bû sedem ku gelê kurd ji aliyê erdnîgarî, dil, hiş û mêjî ve parçe bibe.
Şerê yekemîn ê cîhanê bingeha peymana Sykes-Pîcot amade kir, Rojhilata Navîn û Kurdistan hate parçekirin. Ev herêm li gorî berjewendiyên dewletên hegemon hat parvekirin û netewe-dewletên weke Tirkiye, Sûriye û Iraqê yên qaşo serbixwe ku xizmeta dewletên hegemon dikin li ser axa kurdan hatin avakirin.
Înkara gelê kurd a bi peymana Lozanê wêrekî da hêzên dagirkerên welatê kurdan, destê wan xurt kir ku zêdetir bi ser gelê kurd de bên çand, ziman û nasnameya kurdan înkar bikin û gelê kurd tune bihesibînin.
Bi avabûna komara Tirkiyeyê re polîtîkayên qirkirin, bişaftin û koçberkirinê li çar parçeyên Kurdistanê destpê kirin. Bi xistina meriyetê ya peymana Lozanê, ev sed sal in gelê kurd bê çand, ziman, nasname û bêstatû hatiye hiştin.
Niha jî, ev netewe-dewletên ku bi peymana Lozanê li ser axa kurdan hatin avakirin, sed sal in sererd û binerdên Kurdistanê talan kirin, gelê kurd di dehan qirkirinên çandî re derbas kirin û hîn jî hewl didin ku sedsaleke din çand, ziman, nasname û hebûna gelê kurd înkar bikin, xweza û erdnîgariyê kurdan talan bikin û dagirkeriya xwe berdewam bikin.
Gelek balkêş e ku di sedsaliya peymana Lozanê de asta êrîşên dagirkeriyê yên li hemberî destkeftî û nirxên neteweyî yên gelê kurd, li çar aliyên Kurdistanê, ji Bakur heta Başûr, ji Rojhilat heta Rojava zêdetir û dijwartir dibin.
Li Bakur jî, çawa ku di sed salên borî yên komarê de gelê kurd ji mafê çandî, zimanî û nasnameyî bêpar hat hiştin, dixwazin gelê kurd sed salên din jî bê çand, ziman, nasname û bêstatû bihêlin.
Sedema 74 fermanên ku bi serê gelê kurd ê êzidî de hatine û bi qirkirinan re rû bi rû maye jî, ji ber parastina çand û zimanê kurdî ye ku gelê êzîdî di hemû dem û serdeman de li hemberî polîtîkayên bişaftinê li ber xwe daye û di serî de çand û ziman, hemû nirxên xwe yên neteweyî parastiye.
Di 101 saliya peymana Lozanê de zêdekirina ast û doza êrîşên li ser zimanê kurdî ku van êrîşan asta nijadperestiyê jî derbas kirine. Êdî tehemûla rayedarên Tirkiyeyê ji nivîsên kurdî yên ku ji bo hişyariyê li ser rêyan hatine nivîsandin jî nemaye ku van nivîsên kurdî yên ji aliyê şaredariyên kurd ve hatine nivîsandin. Bi fermana wezareta karê hundir û walîtiyan tên jêbirin û nivîsên nijadperest ên weke “Tirkiye ya tirkan e, dê tirk bimîne” tên nivîsandin.
Ciwanên ku di dawet û şahiyan de dîlanê digirin û stranan distrên, tên binçavkirin û girtin. Li hemberî vê nêzîkatiya nîjadperest a rayedarên dewletê refleks, helwest, nerazîbûn û xwedî derketina saziyên sivîl û bi ziman re pêwendîdar, partiyên siyasî û tevahiya gelê kurd gelek bi qîmet û hêjayî pîrozkirinê ye.
Pêwîste were zanîn ku di sedsala 21’emîn de bi qasî şerma serdestan ku bi polîtîkayên bişaftinê û qedexekirinê hewl didin çand û zimanê kurdî tune bihesibînin, li hemberî vê nêzîkatiya rayedarên dewletê nenîşandana helwesta pêwîst a di warê parastin, pêşvebirin û azadkirina çand û zimanê kurdî de, ji bo gelê kurd jî cihê rexnedan, şerm û şermezariyê ye.
Mirov difikire, gelo heke ev êrîşên nijadpererest nebûna dê gelê kurd li hemberî polîtîkayên înkarê û pêla bişaftinê ku bi sedsalan e li ser çand, ziman û hebûna gelê kurd di meriyetê de ne bêdeng bimana?
Weke mînak: Di destpêka meha îlonê de li Tirkiyeyê dibistan vedibin û zarokên kurd wê dîsa ji mafê “perwerdehiya bi zimanê dayikê” bêpar dest bi serdema perwerdehiyê bikin, di van dibistanên aşê bişaftinê de ji zimanê dayik û dapîrên xwe dûr bikevin û bibin xerîbê çanda bav û bapîrên xwe.
Ji bo ev înkara li hemberî gelê kurd, çand û zimanê kurdî bidawî bibe, pêwîste gelê kurd, ne tenê dema ku li hemberî zimanê kurdî êrîşên nijadperest pêk tên, ne tenê “21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê” û “15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî”, her dem û kêliya jiyanê ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê, têkoşîna xwe xurtir bike, bi dirûşma; “Her dem kurdî her der kurdî” înkara li hemberî gelê kurd, çand û zimanê kurdî tê meşandin deşîfre bike û ji aliyê hemû dinyayê ve polîtîkayên bişaftinê yên rayedarên dewleta Tirkiyeyê ku li ser çand, ziman û hebûna gelê kurd tên meşandin werin dîtin û vala werin derxistin.