Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Lêgerîna polîsan bi dawî bû û qeyûm derbasî şaredariyê bû

Lêgerîna polîsan a li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi dawî bû û Waliyê Amedê Hasan Basrî Guzeloglû ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve wek qeyûm tayînî şûna Hevşaredarê Amedê Adnan Selçûk Mzirakli hat kirin, hat şaredariyê

Wezareta Karên Hundir, Hevşaredarê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk û Hevşaredara Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan ji peywirê girt. Wezaretê bi vê yekê re Waliyê Amedê Hasan Basrî Guzeloglû wek qeyûm tayînê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman wek qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn û Waliyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez jî wek qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kir.

Piştî agahdarkirina Hevşaredarê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, Waliyê Amedê Guzeloglû, di bin ewlehiya bilind de bi wesayîta xwe ya meqam hat bînaya şaredariyê. Beriya hatina Guzeloglû polîsan bi kuçikan li bînaya şaredariyê lêgerîn pêk anîn.

Piştî ku Guzeloglû derbasî bînaya şaredariyê bû, Midurê Çapemeniya Walîtiya Amedê bi rojnamegeran re hevdîtin pêk anîn. Midurê çapemeniyê destûr neda rojnamegerên ku akredîtasyona wan tuneye wî guhdar bikin.

Lêgerîna polîsan a li şaredariyê bi dawî bû û xebatkarên şaredariyê yên ku beriya hatina qeyûm Guzeloglû hatin şaredariyê, piştî ku ser wan, nasname û qertên wan ên xebatê ji aliyê polîsan ve hatin kontrolkirin, ketin hundir. Endamên meclisê û xebatkarên ku qertê wan ê xebatê tunebûn, negirtin hundir. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar