Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Lêkolîna li ser ziman: Ji sedî 98,4 perwerdeya zimanê dayikê dixwazin

Sehaya Sosyo Polîtîk li ser zimanê dayikê anket çêkir û di anketê hat daxuyandin ku her ku temen kêm dibe, rêjeya axaftina bi zimanê zikmakî kêm dibe û ev dane parve kir: “Ji sedî 62 beşdaran li malê bi zimanê xwe yê zikmakî diaxivin. Ji sedî 98,4 ji bo zarokên xwe daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê dikin.”

Navenda Lêkolînên Sehayê ya Sosyo Polîtîkê di navbera 2-9’ê gulanê de bi sernavê “Li Tirkiyeyê asta bikaranîna zimanên derveyî zimanê tirkî û daxwaz û meylên ser zimanê dayikê” anket çêkir û bi raya giştî re parve kir. Sosyo Polîtîk ragihand ku li bajarên Amed, Stenbol, Enqere, Îzmîr, Kocaelî, Antalya, Dîlok, Çanakkale, Mêrsîn, Xarpêt, Mêrdîn, Riha, Wan, Êlih, Şirnex û Agiriyê bi hezar û 276 kesan re hevdîin kirine. Ji beşdaran ji sedî 60,7 zilam û ji sedî 39,3 jî jin bûn. Ji sedî 61,1’ê beşdaran dibistana amadehî/zanîngeh xwendine û ji sedî 20,1 jî perwerdeya raserî lîsansê qedandine.

Di çarçoveya lêkolînê de ji beşdaran zimanê wan ê dayikê/zarava hate pirsîn. Ji sedî 74’ê beşdara gotin “kurmancî”, ji sedî 11,9’an got “kirmanckî/zazakî” û ji sedî 5,3’yan jî gotin “kurmancî û kirmanckî.” Ji sedî 8,8’an got suryanikî, ermenkî, erebî, gurciyî, çerkezî, lazî, rumû û osetî.

Ji sedî 64,8 tirkî bi kar tînin

Li gel ku tirkî zimanê wan ê dayikê nîne jî ji sedî 18,8’ê beşdaran gotin ku “Li malê/di nava malbatê de” bi tirkî diaxivin. Beşdarên li malê û di nava malbatê de tirkî û zimanê dayikê bi kar tînin ji sedî 46 e. Dema bersivên heyî tên hesabkirin, ji sedî 64,8’ê beşdaran li malên xwe bi tirkî diaxivin.

Ji sedî 42,2’yî beşdaran gotin ku li malê/di nava malbatê de “her tim” bi tirkî diaxivin. Ji sedî 17,7’ê beşdaran gotin ku di li malê/di nava malbatê de zimanê xwe yê dayikê “kêm caran” bi kar tînin. Ji sedî 9,1’an jî gotin “Tu caran” bi kar nayînin.

Kesên bi ser temenê 65’ê re zimanê dayikê kêmtir bi kar tînin

Li gorî daneyan; ji nîviyê kêmtirî beşdaran di malên xwe de zimanê dayikê zêde bi kar tînin. Ji sedî 46,3’yê beşdarên zilam gotin “her tim”; ji sedî 35,9’ê beşdarên jin jî gotin “her tim” li malê bi zimanê dayikê diaxivin. Balkêş e ku rêjeya axaftina bi zimanê dayikê di nava jinan de kêm e.

Ji beşdaran herî zêde koma sere her tim di navbera xwe de bi zimanê dayikê diaxivin. Balkêş e ku kesên bi ser temenê 65’ê re zimanê dayikê kêmtir bi kar tînin.

Ji sedî 51,5’ê beşdarên ku digotin zimanê min ê dayikê “kurmancî” ye gotin ku li malê bi zimanên “kurmancî-tirkî”, ji sedî 13,3’yan gotin “tirkî” tê axaftin.

Ji sedî 27,6’ê beşdarên digotin zimanê min ê dayikê “kirmanckî” ye diyar kirin ku li malê bi zimanê “tirkî”, ji sedî 15,5’an jî gotin “kirmanckî-tirkî” diaxivin.

Di heman demê ji her 10 kesên digotin zimanên wan ên dayikê cuda ne 7’an jê gotin ku zimanê wan ê “kolan/jiyana civakî” zimanê “tirkî” ye.

Li gorî zayendê; li kolanê û di nava jiyana civakî de jin li gorî zilaman bêhtir bi “tirkî” diaxivin.

Ji bo pirsa “Gelemperî li kolanê/di nava jiyana civakî de hûn herî zêde bi kîjan ziman/zaravayî diaxivin?” ji beşdarên zilam ji sedî 66,1’an got “tirkî” û ji sedî 31’an jî gotin “kurmancî.”

Ji beşdarên jin ji sedî 80,5’an gotin “tirkî” û ji sedî 19,3’an gotin “kurmancî.”

Ji sedî 40,5 ê beşdaran bi zimanê zikmakî kêm an jî qet nizanin
Ji beşdaran pirsa “asta fêmkirin, axaftin, xwendin û nivîsandinê” hate kirin. Ji sedî 21,9’î beşdaran gotin pir kêm an jî qet nizanin. Ji sedî 78,1’an gotin bi zimanê dayikê baş fêm dikin.

Ji sedî 40,5’î beşdaran gotin pir kêm an jî qet nizanin bi zimanê dayikê biaxivin, ji sedî 50,9’an gotin qet nizanin bixwînin û ji sedî 58,9’an jî got pir kêm an jî qet bi zimanê dayikên nizanin binivîsin.

Dema zayenda didin berhev jî; di nava jinan de her ku temen dikeve fêmkirin, axaftin û nivîsandina bi zimanê dayikê kêmtir dibe.

Ji beşdarên digotin bi zimanê dayikê pir kêm fêm dike an jî qet fêm nake pirsa “Hûn çima bi zimanê dayikê nizanin/fêm nakin?” hate kirn. Li gorî bersivan; ji sedî 38,6’ê beşdaran gotin “di nava malbatê de qet tu kes naaxive/malbata min hînî min nekir”, ji sedî 37,1’î beşdaran gotin “ji bo cihêkarî li min neyê kirin tenê zimanê fermî hînî min kirin.”

Ji sedî 38,7’ê beşdarên digotin bi zimanê dayikê pir kêm dizane yan jî qet nizane bersiva “Ji ber ku bi zimanê dayikê baş nizanim û nikarim xwe baş bînim ziman”, ji sedî 33,9’î beşdaran gotin “Di nava malbata min/li derdora min tu kes naaxive”, ji sedî 24,2’yî beşdaran jî gotin “Dibistan an jî çavkaniyeke ez zimanê dayikê lê hîn bibim tune ye.”

Bi kêmbûna temen re rêje jî kêm dibe

Di çarçoveya xebatê de pirsa “Di nava malbatê de herî zêde kî/kesên di kîjan temenî de bi zimanê dayikê diaxivin?” hate kirin. Ji beşdaran ji sedî 61,8’an gotin dayikên wan, ji sedî 63,4’an gotin gelemperî bavê wan bi zimanê dayikê diaxive.

Hat tespîtkirin ku her ku temen dikeve rêjeya axaftina bi zimanê dayikê jî kêmtir dibe. Li gorî vê; ji sedî 42,9’ê zarokên di navbera 0-5 salî de bi zimanê dayikê hîç nizanin, ji edî 19,6 jî pir hindik diaxivin.

Ji sedî 62’ê beşdaran li malê bi zimanê xwe yê zikmakî diaxivin

Ji sedî 41,4’ê zarokên temenê wan di navbera 6-11 salî de qet bi zimanê dayikê nizanin, ji sedî 21,5 pir hindik diaxivin. Di nava zarokên temenê wan di navbera 12-17 salî de ji sedî 38,3 hîç bi zimanê dayikê nizanin, ji sedî 25,4 jî pir hindik diaxivin. Di nava kesên temenê wan 18-24 salî de ji sedî 20,6 jê pir hindik diaxivin, ji sedî 25,2 jî qet bi zimanê dayikê nizanin.

Her wiha ji beşdaran pirsa “Di nava malbata we de zarokên temenê wan di navbera 0-18 salî de hene yan na?” hate kirin. Ji beşdaran ji sedî 63,9’an gotin “Erê”. Ji vê komê pirsa bê ka di nava malê de bi van zarokan re bi zimanê dayikê tê axaftin an na hate kirin. Ji sedî 62’yê beşdaran gotin “erê.”

Ji beşdaran pirsa “Hûn di nava malê de bi zarokên temenê wan di navbera 0-18 salî de bi zimanê dayikê diaxivin an na?” hate kirin û daneheviya temenan wiha hate kirin:

* Ji serdî 17,2’yê beşdarên temenê wan di navbera 18-24 salî de gotin “erê” û ji sedî 82,8’an gotin “Na”

* Ji sedî 49,4’ê beşdarên temenê wan di navbera 25-34 salî de gotin “Erê” û ji sedî 50,6’an gotin “Na”

* Ji sedî 48,4’ê beşdarên temenê wan di navbera 35-44 salî de gotin “Erê” û ji sedî 51,6’an gotin “Na”

* Ji sedî 29,5’ê beşdarên temenê wan di navbera 45-54 salî de gotin “Erê” û ji sedî 70,5’an gotin “Na”

* Ji sedî 13,6’ê beşdarên temenê wan di navbera 55-64 salî de gotin “Erê” û ji sedî 86,4’an gotin “Na”

* Ji sedî 100 ê beşdarên temenê wan bi ser 65’î re gotin “Erê”.

Îcar jî ji kesên bersiva “Na” dayîn re pirsa “Çima”yê hate kirin.Ji sedî 34,7’an gotin “Bi qasî ku bidim hînkirin nizanim”, ji sedî 34’an gotin “Ji ber ku li dora me her tim bi tirkî tê axaftin”, ji sedî 28,1’an got “Ji ber ku ez bi zimanê xwe yê dayikê nizanim.” Li hêla din; ji sedî 67,2’yê vê komê gotin ku ji bo zimanê dayikê hînî zarokên xwe bikin di nava hewldanan de ne.

Pirsa “Hûn ji bo zarokên di nava malê de dijîn çîrok/serpêhatiyên bi zimanê dayikê dibêjin an na? An jî di nava malê de kesên dibêjin hene yan na?” hate kirin. Ji beşdaran ji sedî 46,3’yan gotin “Tu kesê ku bibêje tune ye.”

Ji sedî 98,4 daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê kirin

Di nava koma lêkolînê de ji tenê ji sedî 32,8’an jê ji bo “dersa ziman û zaravayên dijîn” serlêdan kirine. Ji sedî 16,4’ê kesên ji bo dersa bijarte serlêdan kirin gotin “Dema me daxwaz kirî ji bo zarokan pola zimanê dayikê hate vekirin.” Yên din jî gotin ku bersiva serlêdana wan nehatiye kirin an jî bi hincetên cuda pol nehatine vekirin.

Li gel vê; ji sedî 98,4’î beşdaran gotin “Em dixwazin zarokên me bi zimanê dayikê perwerde bibin.”

Her wiha pirsa “Li gorî we divê zimanê dayikê were parastin û pêşxistin an na?” hate kirin. Ji sedî 99,4’ê beşdaran gotin “Erê”. Ji bo pirsa “Ji bo domandina hebûna zimanê we yê dayikê xetereya herî mezin çi ye?” jî ji sedî 52,5’î beşdaran gotin “Tunebûna perwerdeya bi zimanê dayikê”, ji sedî 17,4’an gotin “Malbat bi zarokên xwe re bi tirkî diaxivin”, ji sedî 17,4’an jî gotin “Polîtîkayên zext û pişaftinê”.

Piştre jî pirsa “Ji bo parastin û pêşxistina zimanê we yê dayikê divê ji ewil çê bê kirin?” hate kirin. Ji sedî 36,1’ê beşdaran gotin “Divê bibe zimanê pewerde/hînkirinê”, ji sedî 29,6’an got “Divê di qanûnan/destûra bingehîn de misoger bibe”, ji sedî 16,5’an got “Divê weke zimanê fermî bê qebûlkirin” û ji sedî 12,5’an jî gotin “Divê malbat zimanê dayikê hînî zarokên xwe bikin.”

Di daneyan de cihêkariya ji ber zimanê dayikê derketiye holê

Di heman demê de ji beşdaran hate pirsîn bê ka ji ber zimanê xwe yê dayikê rastî cihêkariyê tên an na. Li gorî bersivan; li daîreyê dewletê ji sedî 77,7 “Erê” û ji sedî 11,6 “Hinek”; li saziyên tenduristiyê ji sedî 62,1 “Erê” û ji sedî 23,5’i “Hinek”; li saziyên perwerdeyê ji sedî 75,9 “Erê”, ji sedî 13 “Hinek”; di veguhestina komelî de ji sedî 40,4 “Erê” û ji sedî 28,5 “Hinek”; di pêşandanên muzîk/fîlm de ji sedî 61,1 “Erê” û ji sedî 19,4 “Hinek”; di cilûbergan ji sedî 47,5 “Erê” û ji sedî 19,6 “Hinek”; di pîrozbahiyên olî/cejnan û ritûelên pîrozbahiyan de ji sedî 48,6 “Erê” û ji sedî 20,5 “Hinek”; di nava derdora xwe ya civakî de ji sedî 31,2 “Erê” û ji sedî 31,3 “Hinek”; li ser medyaya dijîtal ji sedî 46,6 “Erê” û ji sedî 26,6 “Hinek”; di qada xebatê de ji sedî 48,4 “Erê” û ji sedî 22,7 “Hinek”; li bajarê lê dijî ji sedî 28,7 “Erê” û ji sedî 27 jî gotin “Hinek” rastî cihêkariyê tên.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar