Di ser kuştina Hacî Lokman Bîrlik ê li pey panzêrê kaş kirin û kuştin re 4 sal derbas bûn lê hêj lêpirsîn bi encam nebûye. Heta niha tenê îfadeya çend polîsên bi îdîaya şikdar e hatiye girtin
Li Taxa Dîcle ya Şirnexê di 3’ê Cotmeha 2015’an de Haci Lokman Birlik, bi 28 guleyan birîndar kirin li pey panzêrê girêdan û bi erdê re kaş kirin û kuştin. Di ser kuştina Bîrlîk a bi îşkenceyê re 4 sal derbas bûn. Heta niha lêpirsîn bi encam nebûye û der barê tu kesî de doz nehatiye vekerin. Bûyera di raya giştî de deng veda piştre ji aliyê Wezareta Karê Hundir ve lêpirsîn hat destpêkirin. Lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê daye destpêkirin hêj bi encam nebûye û doz nehatiye vekirin. Li ser fermana wezaretê ku ji aliyê Miduriyeta Giştî ya Polîsan ve lêpirsîna îdarî hat destpêkirin du polîsên tev li bûyerê bûn û dîmen kişandin ji peywîrê hatin girtin.
Bîrlîk di roja bûyerê de birîndar bû û piştî ew girtin bedena wî li pey panzêrê kaş kirin. Li şûna wî bibin nexweşxaneyê, heta Qereqola Polîsan a Mehmet Îşlerê li pey panzêrê kaş kirin. Di girtekên polîsan de nîşeya “ambulans ji ber ewlehiyê nehat cihê bûyerê” nivîsandin. Piştre di girtekên bêtalan de derket holê ku bang li ambulansê nekirin e. Di girtekê de hat gotin ku “Kesê tenduristiya wî bi rîsk bû, ew li maşîna yekîneyê suyar kirin û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.”
Dîmen neşandin
2 roj piştî bûyerê parêzerên malbata Bîrlîk bi îdîaya “Bi zanebûn kuştiye”, “Bi îşkence û muameleya xerab kuştine”, “Neheqî li bîranînê kes kirine”, “Gel teşwîkî kîn û dijmantiyê kirin”, “Teşwîkî kirina sûc kirine”, “Erka xwe xerab bikar anîne” û “Bi armanca sûc bikin rêxistin ava kirine” serî li Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê dan û xwestdin der barê polîsên şikdar de doz bê vekirin. Parêzerê malbata Bîrlîk ji dozger xwest dîmenên kargerî û MOBESE yên li nêzî cihê bûyerê bên komkirin û li dozyayê bên zêdekirin. Dîsa xwest polîsê di hundirê maşîneya zirxî û polîsê çêr kirine nasnameya wan bê tespîtkirin. Dîsa xwest polîsên bi guman û kaçak bên girtin û darizandin.
Dozgeriyê serlêdana sûc qebûl kir û ji midûriyeta polisan xwest kesên dîmen di malperên înternetê de parve kirine û kesên Bîrlîk bi erdê re kaş kirine bên tespîtkirin. Lê midûriyeta polîsan îdîa kir ku kamera xerabe ne û ew kes tespît nekirine û dîmen û delîl ji dozgeriyê re neşandin. Dihat gotin “Polîsên ji peywîrê hatin girtin” piştre derketibû holê ku li Miduriyetên Polîsan ên cuda li ser kar in.
Serdozgeriyê der barê 6 polîsan de lêpirsîn da destpêkirin
Li ser vê yekê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê di heman rojê de ji Miduriyeta Polîsan daxwaz kir ku navê polîsên wê rojê li ser kar bûn bê radestkirin. Piştî mehekê 6 polîsên di maşîneya zirxî de bûn radestî dozgeriyê hat kirin. Dozgeriyê der barê van her 6 polîsan de bi sûcdariya “Li dijî bîranîna kes heqaretê kirin e” lêpirsîn da destpêkirin. Her 6 polîsên di kuştina Bîrlîk de li ser kar bûn kirinên xwe înkar kirin.
Axaftinên laserkê li dosyeyê hat zêdekirin
Di pêvajoya lêpirsînê de axaftina laserkê ya polîsên ku Bîrlîk li pey wesayîta zirxî kaşkirin li dosyeyê hat zêdekirin.
Axaftinên bêtêlê yên cenazeyê Bîrlîk ferman ji wan re hatiye û bi organîzeyî bi pey wesayîtê ve danîne wiha ne:
“ Bêtêla A: Asayîş… Hat fêmkirin, heke hûn dikaribin wêne bikişînin dê baş bibe
Bêtêla A: Asayîş… Ne rast e, me kes negirt, gelo em çengel pê vekin midurê min?
Bêtêla B: Asayîş… Rast e. Çengel divê niha çengel we derbas kiribe, bi rêya çengel em kaş bikin û ji wir derxin.
Bêtêla A: Asayîş… Hat fêmkirin. Niha ekîba ku çengele wan heye hene gelo?
Bêtêla C: Asayîş… Benê ku wê vî bikişîne bi min re heye. Bi te re… Ez ê vî bi kaşkirinê bibim.
Bêtêla A: Asayîş… Hat fêmkirin, em derbasî pêş dibin. Hûn wê çengelê pê vekin.
Bêtêla C: Asayîş… Temam keko derkeve pêş. Ez bi erebeyê derkevin perdeya pêş û nêz bibim. Ez ê ben girê bidim û kaş bikim. Temem gelo?
Bêtêla A: Asayîş… Hat fêmkirin ku hûn derdikevin. Yanî hûn wî dikişînin?
Bêtêla C: Asayîş… Niha ez ê dest bi kişandinê bikim keko. Li pişt min hûn jî kontrol bikin dibe gelo?
Bêtêla A: Asayîş… Ezbenî ji bo di warê ewlehiyê de heke guncav bibe herî dawî hûn vir biterikînin…
Bêtêla C: Asayîş… Ezbenî em vî p..î bibin ku?
Bêtêla D: Asayîş… Bibin Miduriyeta Emniyetê.
Bêtêla E: Asayîş… Vê ekîba dikişîne em bibin ber karakolê. Em vî bigirin lê bila dîmen li derdorê bela nebe. Ez li pey te me. Em rê bigirin. Em vî wisa bigirin û bibin hundir.”
Ji bo van axaftinên laserkê li dosyeyê bê zêdekirin, parêzerên malbata Bîrlîk ji bo polîsên axaftinê wan diyar bibin û doz der barê wan de bê vekirin ji nû ve serî li Serdozgeriyê dan. Li ser gilîkirina parêzeran, Serdozgeriyê ji Miduriyeta Polîsan a Bajêr re ferman şand û yên vê fermana kuştinê û kaşkirinê dane û polîsên fermanê bicih anîne nasnameya wan bê aşkerekirin û ji wan re bê şandin.
Di 4 salan de 5 dozger hatin guhertin
Lêpirsîna derbarê polîsên nasnameyên wan hatin tespîtkirin, bi dosyeya lêpirsîna berê ve kirin yek. Lê ji roja lêpirsîn hat destpêkirin û vir ve, di nava 3 salan de, ligel ku 5 dozger hatin guhertin jî heya roja îro tu pêşketinek cîd çênebûneye. Birayê Bîrlîk ê hat kuştin Mehmet Bîrlîk, darbarê birayê xwe û fikarên xwe yên ser lêpirsînê bê girtin de axivî.
‘Dilê hemû Şirnexiyan êşiya’
Bira Mehmet Bîrlîk diyar kir ku ew bi birayê xwe Hacî re heya demekê li girtîgehê di heman qawîşê de man û wiha got: “Birayê min bi hemû kesan re diaxivî û kesên bi wan re axivîn jî bandor li ser wan dihişt. Ji ber vê yekê di merasîma cenazeyê de xwedî derketine mezin hebû. Dilê hemû malbatên Şirnexiyan êşiya û mirina birayê min bandorek mezin li ser wan kir. Bi erdê ve kaşkirina cenazeyê birayê min, xwestin peyama “Ew heza me heye ku em ziman, çanda û jiyana te qedexe bikin. Bi zanibe, em dikarin li ser bendena te ya bêruh jî bi her awayî zordestî bikin” bidin. Li ser ciwanên kurd mînakên wiha pir zêdene.”
‘Xwestin kenê hevalên me bi me bidin jibîrkirin’
Bîrlîk da zanîn ku ev demek dirêje dûrî Şirnexê dimîne û wiha bilêv kir: “Her ku ez têm Şirnexê biranînên min ji nû ve zindî dibin. Dema ev bîranîn zindî dibin, wê demê hêrsa min jî mezintir dibe. Gelek taxên Şirnexê hilweşandin. Tenê bi awayekê fîzîkî ne xwestin tune bikin. Di heman demê de xwestin çand û hişmendiya wê jî tune bikin. Xwestên taxên me yên, me lê bazdayî û lîstî bi me bidin jibîrkirin. Xwestin ken û biranînên hevalên me bi me bidin jibîrkirin.”
‘Em jiyana wan a di nîvî de mayî dijîn’
Bîrlîk, têkildarî lêpirsîna derbarê kuştina birayê wî hat vekirin de jî wiha got: “Tu heviya me tuneye. Ji ber ku di bûyerên wiha de heya niha tu tişt bi encam nebûye û wijdana civakê rehet nekirine. Kesên ku navên wan di bûyerê de derbas dibin, li şûna ku ji peywirê bigirin, erke wan bilindtir kirin. Divê em edaletekê wijdanê ava bikin. Em bîranînên wan jibîr nekin û nedin jibîrkirin. Encex bi vê yekê em karibin edaleta wijdanê ava bikin. Em jiyana wan a di nîvî de mayî dijîn. Heya ku rojek ji emrê me hebe, em wan bînin aqlê xwe û wisan bijîn. Tu biryar, dê tu carî êş û derdên me kêm nekin.”
Polîs li ser kar e
Wê demê Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu, got “Tahkikat bi encam bû. 2 polisên ev vîdeo kişandin ji peywirê hatine girtin. Polîsên ku ji bo wan got “Ji peyvirê hatin menkirin” li Midûriyetên polîsan ên cuda niha li ser kar in.
Tenê îfadeya 6 polîsan hat girtin
Di 22’ê sibatê de dozgeriyê xwest îfadeya polîsên bi navê A.G. û Î.A. yên li Nisêbînê erkdar bûn, bê stendin. Di 10’ê sibata 2016’an de îfadeya polîs O. Ç., E. K., M.K. û Y.O. hat girtin. Li gorî polîsan analîza deng kir, tespît kirin ku polîsê çêr kiriye Î.A.A. ye. ŞIRNEX