Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du lawên xwe di êrîşa xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 28’ê hezîrana 2018’an de winda kir, ji 9’ê adara 2021’an ve li ber Edliyeya Rihayê edaletê dixwaze. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît (Malbata Şenyaşar) li ber Edliyeya Rihayê di roja 246’emîn de Nobeta Edaletê berdewam kirin.
Der barê Emîne Şenyaşar de ji ber gotinên wê lêpirsînek din hat destpêkirin. Emîne Şenyaşar di çarçoveya lêpirsîna der barê wê de hatiye destpêkirin çû Miduriyeta Polîsan a Pirsûsê îfade da û ji ber vê yekê îro nehat ber Edliyeya Rihayê.
Emîne Şenyaşar di roja çalakiyê ya 24’emîn de bi îdiaya “Heqaret li karmend ango polîsên wezîfedar kiriye” îfadeya wê hat wergirtin. Şenyaşar di îfadeya xwe de sûcdariya li ser xwe red kir û wiha got: “Ez li kujerên zarokên xwe digerim. Her car ez têm qereqolê.”
4 lêpirsînên din
Beriya niha jî bi îdiaya “Heqaretê” li parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye, der barê Emîne Şenyaşar de doz hat vekirin. Rûniştina ewil a dozê wê di 12’ê mijdarê de were lidarxistin. Li aliyê din bi hinceta ku Emîne Şenyaşar “heqaret” li Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu û polîs û karmendên wezîfedar kiriye di dîrokên cuda de 3 lêpirsîn der barê wê de hatibûn destpêkirin.
‘TBMM li zilmê temaşe dike’
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal jî hesabê Desteya Giştî ya Meclisê etîket kir û vê peyamê belav kir: “Dayika ku bi israr ji bo zarokên wê hatin qetilkirin û girtî edaletê dixwaze diçe emniyetê îfade dide. Kujer tên parastin. Nobeta me ya edaletê di roja 246’emîn de berdewam dike. Tirkiye û @TBMMGenelKurulu li vê zilmê temaşe dikin.” RIHA