Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Leşker di salona dadgehê de hewl da devê girtî Guner bigir e

 

Danişîna girtiyê bi navê Omer Guner ê di Doza Nisêbînê de tê darizandin hat dîtin. Leşkeran di salona dadgehê de li ber çavê şandeya dadgehê devê Guner ê parastin dikir girtin û mudaxileyî wî kirin. Leşker li ser berteka şandeya dadgehê û parêzeran, Guner berdan

Danişîna doza derbarê 17 jê zarok 70 kesên di 26’ê Gulana 2016’an de, di serdema qedexeya derketina derve ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê de ji kolanên lê asê mabûn hatibûn tehliyekirin û piştre hatibû girtin, îro jî dewam kir. Piştî cihêkirina dosyeyan, îro danişîna Yasemîn Erkol û Nûrşan Demîr ên ne girtî, Îsmaîl Yilmaz, Omer Guner û Ercan Dolaşir ê ji 18 saliyê biçûktir ên girtî hatin dîtin.

Destpêkê Yasemîn Erkol derxistin dadgehê. Erkol diyar kir ku ji bo zarokên xwe xelas bike çûye bajêr. Erkol, di parastina kir de, anî ziman ku 26 salin li Nisêbînê dijî û beraeta xwe xwest. Danişîna Erkol taloqî 1’ê cotmehê hat kirin.

Piştî Erkol danaşîna Omer Guner hat dîtin. Guner ê ji girtîgehê anîbûn û parêzerên wî di danişînê de amade bûn. Guner bi kurdî parastina xwe kir. Guner diyar kir ku parastina wî parastina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a derbarê Xweseriya Demokratîk de amade kiriye û wiha got: “Her çiqasî neyê qebûl kirin jî navê vê erdnîgariyê Kurdistane. Gelê kurd tim xweser bûye. Em kurd û gelên li Kurdistanê dijîn, berî her kesî li ser vê axê xwedî gotinin.”

Leşker devê wî girt

Guner di dewama parastina xwe de, dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kir. Jinek paye bilind li ser vê yekê got “bigirin.” Leşker jî li ser fermana jina paye bilind a leşker mudaxileyî Guner kir. Leşker devê Guner girt û bi lêdanê xwest wî ji salonê derbixe. Parêzeran û şandeya dadgehê mudaxileyî leşkeran kirin û xwestin Guner berdin. Leşker li ser vê yekê neçar man ku Guner berdin. Guner parastina xwe dewam kir. Guner diyar kir ku dosyeya wî ne hiqûqiye û berdana xwe daxwaz kir.

Di vê navberê de, leşkera jin a paye bilind tim li Guner mêze kir û serê xwe jêre hejand û dem bi dem di ber xwe de got “Bi tirkî dizane. Bi zanebûn parastina bi kurdî dike.”

Dadgehê biryara dewama  girtina Guner da û danişîn taloqî 21’ê mijdarê kir.

Parêzerê Guner Tahîr Demîr diyar kir ku ew derbarê kesên mudaxileyî muwekîlê wî kirin de, serlêdana sûc bike.

Bi SEGBÎS’ê beşdar nebû

Piştre danişîna girtî Îsmaîl Yilmaz hat dîtin. Yilmaz bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê nebû. Parêzerên wî di danişînê de amade bû. Danişîn piştî parastina parêzeran taloqî 31’ê cotmehê hat kirin.

‘Cara duyemîn ceza dixwazin’

Piştre danişîna girtî Ercan Dolaşir ê di dema bûyerê de di bin 18 saliya xwe de bû, hat dîtin. Dolaşir di danişînê de amade bû. Wêneyên Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ji bo dosyayê şandibûn, nîşanî Dolaşir hatin kirin. Dolaşir bi kurdî parastin kir û sûcdariyên li ser xwe red kir. Dolaşir da zanîn ku 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê di çarçoveya heman dosyayê de 30 sal cezayê girtîgehê lê biriye û wiha got: “Niha jî hûn dixwazin ji heman doseyayê ceza bidin min. Em vê qebûl nakin.”

Dozger diyar kir ku di mutalaaya xwe ya berê da bû de tu guhertin çênebûye û xwest 72 caran cezayê muebetê ji bo Dolaşir bê dayîn. Parêzerê Dolaşir jî dest nîşan kir ku di çarçoveya dosyayê de, ceza ji bo Dolaşir hatiye birîn û heman ceza li wî birîn ne qanûnî û hiqûqiye. Şandeya dadgehê, danişîna Dolaşir taloqî 4’ê cotmehê kir. MÊRDÎN

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar