Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Leşker li Farqînê jî zextan li malbatan dikin ku biçin ber HDP’ê

Leşkeran li Farqînê, malbatên ku zarokên wan girtî ne û tevli nav PKK’ê bûne vedixwînin Qereqola Cendirmeyan a Navçeyê. Fermandarê qereqolê gef li malbatan xwer û ji wan xwest ku tevlibûna rûniştina li ber avahiya HDP’ê ya Amedê bibin

Rûniştina organîzekirî ya ji aliyê dewletê ya malbatên ku bi angaşta “zarokên wan bi darê zorê tevli nav PKK’ê kirine” li ber Avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê pêk tînin, didome. Polîs û leşker ji bo ku tevlibûna vê rûniştina provokatîf zêde bikin, zextan li malbatên ku zarokê wan tevli nav PKK’ê bûne dikin û dixwazin ku tevli vê rûniştinê bikin.

Piştî Mêrdîn û navçeya Cizîrê ya Şirnexê, derket holê ku li navçeya Farqînê ya Amedê jî Qereqola Cendirmeyan a Navçeyê, malbatên ku zarokên wan girtî ne û tevli nav PKK’ê bûne vedixwîne qereqolê û bi gefan tevlibûna rûniştina li ber avahiya HDP’ê ya Amedê li wan ferz dike.

Daxwaza naveroka hevdîtınên bi girtiyan re kiriye

Li gorî nûçeya MA’yê li Farqînê di nava du rojên dawî de hin ferdên malbatên ku çûne qereqolê û nexwestin navê xwe bidin, têkildarî naveroka hevdîtina xwe ya li qereqolê axivîn û qala zêxtên li qereqolê kirin. Malbatan diyar kir ku ji qereqolê bi telefonê li wan geriyane û wan vexwendine qereqolê û bi fermanderekî paye bilind re hevdîtin kirine. Malbatan destnîşan kir ku ev fermandar, di hevdîtinan de zarokên wan ên girtî û tevli nav PKK’ê bûne ji wan pirsiye û daxwaza naveroka hevdîtinên ku bi zarokên xwe yên girtî re dikin, kiriye.

Teklîfa kar kirine

Malbatan anî ziman ku fermandar gelek bi ser wan de hatiye û bi gefên tund ji wan xwestiye ku bi wêneyên zarokên xwe tevli rûniştina li ber HDP’ê bibin. Li gel van hemû zextan jî malbat vê daxwazê red dikin. Li ser vê yekê fermandar teklîfa ku li ber avahiya HDP’ê ya Navçeya Farqînê çalakî li dar bixin li malbatan kiriye. Malbat vê teklîfê jî red dikin û ji fermandar re radigihînin ku ew naxwazên çalakiyên bi vî rengî li dar bixin. Fermandarê ku malbat teklîfa wî ya çalakiyê qebûl nakin, teklîfa xebitandina li şaredariyê û ajovaniya cerdevanan li gelek ferdên malbatan dike. Ji ber ku malbat van teklîfan jî qebûl nakin, fermandar heqaretê li zarokên wan ên tevli nav PKK’ê bûne dike û gefa lêdan û dest kelemçekirinê li wan dixwe û wan diqewirîne.

‘Werin zarokên xwe ji wan bixwazin’

Malbatan destnîşan kir ku fermandar ji wan re gotiye: “Gelek kes ji we nexweş ketine û dewlet bê perê dermanan dide we û we baş dike. Îro karê dewletê ketiye ser we hûn nikarin xizmeta dewletê bikin. Ez zihniyeta we baş dizanim. Lê hûn guneh in. Werin zarokên xwe ji wan bixwazin.”

Malbatan jî bersiva fermandar daye û diyar kirin ku çareserî ne çalakiya li ber derê HDP’ê ye û ew ê qet tevlî çalakiyên bi vî rengî nebin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar