Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Leşker û cerdevan zorê li gundiyan dikin ku ji gund derkevin

Li Gundê Şêxan ê Payîzavayê ji ber gundî kana mermerê naxwazin, leşker û cerdevanan zorê li wan dikin ku gund vala bikin

Li gundê Şêxan ê Navçeya Payîzava ya Wanê kana mermerê ya di sala 2006’an de hatiye avakirin, xwezayê talan û wêran dike. Gundiyên Şêxan li dijî kana mermerê bi bertek in û nerazibûnên xwe tînin ziman. Ji ber çalakiya gundiyan, bi sedan leşker û cerdevan di 27’ê gulanê de bi ser gund de girtin û li ser gundiyan gule reşandin. Leşker û cerdevanan ji gundiyan xwestin ku gund vala bikin û gotin “Em destûrê nadin hûn li vî gundî bijîn.” Leşkeran li gundiyan xistin û nêzî 40 gom (gov/axur) ê welatiyan xera kirin. Gundiyan diyar kirin ku bi sedan leşker û cerdevan ketine gund û li wan dane.

Şêniya Gundê Şêxan Hîlal Batug anî ziman ku di sala 2006’an de kana mermerê hatiye avakirin û wiha got: “Kana mermer di sala 2006’an de xistin meriyetê. Lê ji ber gundî li dijî vê yekê derketin, kana mermer dîsa girtin. Salek e dîsa kan vekirine. Ji ber kan zirarê dide xwezayê gundî dê ji neçarî koç bikin. Kan xwezayê û mirovan jehrînî dike. Em naxwazin jehrî bibin. Leşker û cerdevan hatin gundê me û govên (gom/axur) me xera kirin. Gundiyên li dijî vê yekê derketin gule li ser ran reşandin û bombeyên gazê avêtin wan.”

Bi hezaran gule reşandin

Şêniyê Gundê Şêxan ê 75 salî Sidik Bilek jî diyar kir ku hemû temenê xwe li vî gundî derbas kiriye û ev tişt anî ziman: “Kana mermerê xwezayê wêran dike. Hemû dar û ber hişk kiriye. Ji ber em li dijî vê yekê derketin leşkeran bi hezaran gule li ser me reşandin. Leşkeran hatin govên me xera kirin û em binçav kirin. Di maşîna zirxî de li me xistin. Em kana marmerê naxwazin. “

Bi destûra walî gomê gundiyan xera kirin

Şêniyê gund Cevdet Yucel da zanîn ku leşkeran gef li wan xwariye û wiha got: “Dema me got; Hûn çima vê yekê li me  dikin? Gotin ‘Em ê we ji vî gundî derxin. Em we li vî gundî nadin jiyandin.’ Bi destûra walî û qeymeqam govên me xera kirin. Rapora ÇED’ê jî sexte ye. Ku şîrket li vir kar bike em nikarin li vir bijîn. Hatin serê zarokên me şikandin. Ev zilm e. Ev der warê me û welatê me ye. Bila vê zilmê li me nekin.”

Şeniyê gund Umît Yucel  jî destnîşan kir ku bêyî wan agahdar bikin û dema pezê wan di govê de bû, gov xera kirin û wiha axivî: “Gule li ser me reşandin. Bombeyên gazê avêtin me. Zilm li me kirin. Gotin ‘Em ê we ji vî gundî derxin’ Em naxwazin bên gundê me.”

Îşkence li gundiyan kirin

Welatî Rojbin Yucel got ku leşkeran jinbira wî xistine xwarê û wiha domand: “Ji ber jinbira min a du canî xistin xwarê jiyana wê û zarokê wê ket talûkeyê. Sewalên me kuştin. Ez ji ser hişê xwe çûm. Leşkeran li pêş çavê min destê ap û pismamê min kelepçe kirin. Çek xist serê wan. Bi qundarê çekan li wan xist. Em gundê xwe terk nakin.”

Welatî Sevda Yucel jî ev tişt anî ziman: “Dema em li dijî xerakirinê derketin li me xistin. Bi şîşa li me xistin. Li me dan. Gelek kes birîndar bûn. Ev zilm û neheqî ye. Fermandar got ‘Em destûr nadin hûn li vî gundî bijîn.’ Em destûrê nadin vê yekê û em ê heta dawî li ber xwe bidin.”

Her wiha Ergîn Bilek ê gova pezê wî xera kirin jî anî ziman ku leşkeran îşkence li wî kiriye û şopa îşkenceyê li bedena wî hene. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar