Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Leşker û cerdevanan Kaya kuştin û xwestin cenaze birevînin!

Di 26’ê nîsanê de li gundê Stilîlê yê navçeya Nisêbîna Mêrdînê ciwanê kurd ê bi navê Mehmet Şîrîn Kaya rastî êrîşa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da. Têkildarî kuştina Mehmet Şîrîn Kaya, çawîşek pispor, cerdevanê gund ê demî bi giştî 4 kes hatin binçkirin. Li gorî agahiyan, êrîşkaran piştî bûyerê  hewl dane cenaze jî birevînin

Li gorî nûçeya Ajanasa Mezopotamyayê çêkiriye li Mêrdînê leşker û cerdevan ciwanekî kurd dikujin û hewl didin cenazeyê wî jî birevînin bibin winda bikin. Li gundê Stilîlê yê navçeyê Nisêbînê ya Mêrdînê, ciwanê kurd Mehmet Şîrîn Kaya yê 25 salî di şeva 26’ê nîsanê saet 23.00’an de li devê deriyê mala xwe rastî êrîşa bi çeka otomatîk hat. Kaya di encama êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest da. Li gorî îfadeyên şahidan û piştî plakeya wesayîtê di kameraya ewlekariyê de hat tespîtkirin, 4 kes hatin binçavkirin û li Fermandariya Leşkerî ya Navçeyê tên girtin. Li dozgeriyê lêpirsîna bûyerê berdewam dike û dozger biryar veşartinê danî ser dosyeyê. Hat diyar kirin ku kesên hatin binçavkirin ji heman gundîne û dinava wan de çawîşek pispor û cerdevanê gund ê demî hene.

Berê jî êrîş kiribûn

Hat destnîşan kirin ku ev êrîş bi êrîşa PKK’ê ya di sala 2015’an meha cotmehê de pêk anî û piştî êrîşê cerdevanê gund Medenî Konak mir û bi êrîşa PKK’ê ya di sala 2015’an meha tebaxê de pêk anî û di êrîşê de polîs Yakûp Mete li Nisêbînê mir ve girêdayî ye. Hat zanîn ku êrîşkaran berpirsê bûyeran malbata Kaya ya li gund dijîn dîtin û ji ber vê yekê êrîş pêk anîn. Dîsa bi heman awayî di sala 2016’an de êrîş li dijî apê Mehmet Şîrîn Kaya yê ji heman malbatê pêk hatiye û bi birîndarî ji bûyerê xelas bûye. Di pêvajoya darizandinê de ji bo êrîşkaran 12 sal cezayê girtîgehê hatiye dayîn û  dosya hîna li Dadgeha Bilind li benda encamê ye.

Hewl dan cenaze jî birevînin

Hat diyar kirin ku êrîşkaran bi awayekê çeprast bi çekên otomatîk êrîşî Mehmet Şîrîn Kaya yê 22 gule li benda wî ketibûn, kirine û piştî êrîşê jî hewl dane cenazeyê Kaya bi revînin. Lê ji ber ku di wê kêliyê de welatî ji ber dengên çekan dadikevin kolanan, neçar dibin ku ji cihê bûyerê birevin. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar