Dewleta tirk û çeteyên wê li gundê Erîşa yê Til Temir a Hesekê ketin nava gund û 16 welatî revandin
Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku di êrîşên qirkirinê yên li dijî rojavayê Kurdistanê de hemû pîvanên navneteweyî binpê dikin, li herêmê talan û wêraniyeke mezin dikin. Hêzên dagirker ên ku li hêlekê sivîlên li herêmê qetil dikin, li hêla din jî sivîlan direvînin.
Li gorî agahiyên ji herêmê, leşkerên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku duh ketin gundê Erîşa yê Til Temir ê Hesekê, 16 şêniyên gund revandin. Hat zanîn ku di nav şêniyên ku hatine revandin de jin jî hene.
Navê deh welatiyên ku hatine revandin wiha ne: “Îsmaîl Mihemed, Îbrahîm Mileqep, Îsmaîl El Hemo, Xidir El Elî Cemîl, Birtiqala Etia, Caziya Elezo, Zemo Eybiyo, Ebta Elbiyo, Xidir Cemo û Dalya Elezo ya 15 salî.” HESEKÊ