Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Leşker û polîs li Bedlîsê daristanan tune dikin

Parlamenterê HDP’ê yê Bedlîsê Mahmût Celadet Gaydali bi pirsnameyekê ku pêşkeşî meclisê kir de diyar kir ku polîs û leşkerên tirk li gundên Oleka Jorîn û Oleka Jêrîn ên Norşîn a Bedlîsê û navenda bajar daran bi hinceta ‘ewlehiyê’ dibirin û binax dikin

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Bedlîsê Mahmût Celadet Gaydali diyar kir ku li herêma di navbera Norşînê û gundên Oleka Jorîn û Oleka Jêrîn ên Bedlîsê bi hinceta ewlehiyê dar tên birîn. Gaydali têkildarî mijarê bi daxwaza ku wezîrê karên hundir Suleyman Soylu bi bersivîne, pirsname da meclisê.

Gaydali anî ziman ku li herêmê di bin navê polîtîkayên ewlehiyê de xweza tê talankirin û wiha domand: “Daristan tê birîn. AKP her tiştî ne aydê wan tune dike. Hemû kesên li dijî wan ceza dike. Dar û barên ne li herêmên wan tune dike. Xwezayê tune dike. Mînaka herî dawî li Norşînê pêk hat. Bi hinceta ewlehiyê darên li daristana herêma Oleka Jorîn û Oleka Jêrîn ên Norşîn a Bedlîsê tên birîn û binaxkirin. Daran dibirin û nahêlin şêniyên gund van daran bişewitînin.”

Gaydali ji bo Soylu bibersivîne ev pirs kirin:

“* Li Bedlîsê hêjmara darên tên birîn her ku diçe zêde dibe. Ev yek ji aliyê polîs û leşkeran ve bi rêk û pêk tê kirin. Li gorî vê yekê di 5 salên dawî de li Bedlîsê çiqas dar hatine birîn?

* Hêjmara darên di navbera herêma Oleka Jorîn û Jêrîn de hatine birîn çiqas in?

* Darên tên birîn nadin welatiyan û di bin axê de vedişêrin. Sedema vê çi ye?

* Li aliyekî leşker daran dibirin, li aliyê din jî leşker dibêjin; ‘Hûn daran jêkin. Ger ku em jêkin em nadin we’ û welatiyan hişyar dikin. Sedema vê hişyarî û gefan a li gelê herêmê çi ye?

* Ji bo çi li navçe û navenda Bedlîsê dar tên birîn. Tekildarî vê yekê lêpirsîn hatiye destpêkirin?

* Li navçeya Bedlîsê daristanên hûn difikirin jêkin çiqas daristan heye?” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar