KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Leşkeran 3 şivanan xistin halê mirinê

Li gundê Dêrpişkê yê navçeya Elbaka Wanê leşkerên ku derketin operasyona qaçaxvanên sînor, li şivan Zahîr Teker, Harun Akkaya û Lokman Koç xist û ew xistin halê mirinê. Leşkeran berê neheqî li şivanan kir û piştre bi kevir û daran li şivanan xist û ew xistin halê mirinê. Şivanên ku piştî leşkeran li wan xist bi derfetên xwe çûn nexweşxaneyê û piştî derman bûn çûn malê. Şivanên ku leşkeran li wan xistin û bi giranî birîndar kirin, li nexweşxaneyê îfadeya wan nehat girtin û bersûc ji wan nepirsîn. Şivan Zahîr Teker ku leşkeran ew bi giranî birîndar kir ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.

Teker diyar kir ku di şeva 29’ê tîrmehê de leşkeran li wan xist û derb kirin û wiha got: “Leşkerekî got ‘Ez ê we her sêyan li vir bikujim. Ya di destê min de keleş e. Li cem dewletê qeyda wê tune ye.’ û gefa kuştinê li min xwar.”

Teker anî ziman ku 4 meh in şivaniyê ji gundiyan re dike û wiha domand: “Saet nêzî 22.00’ê şeva 29’ê tîrmehê bû. Me qirş û qal kom kiribû û agir pê xistibû. Me çay çêkir û piştî me çay vexwar deng hat. Min lemba destan pêxist rûyê leşker xuya bû. Dengê çekan hatin. Gule berdan der û dorên me. Ji berê got ‘Xwe dirêj bikin.’ em rûniştin. Ji me re got ‘Hûn terorîst in.’ ‘Hûn li vir çi dikin?’ Me jî got em şivanin û bi heq şivaniyê dikin. 8-10 leşker hebûn. Gotin ‘Em li pey qaçaxvanan in.”

‘Çek bêqeyd e’

Teker da zanîn ku leşker ji bo qaçaxvanan bibînin ew 3 şivan bi xwe re birin û ketin şopa qaçaxvanan û ev tişt anî ziman: “Saet nêzî 23.00’an bû. Lembeya ceyranê xistin destê me. Em li wan çiya û newalan gerandin. Piştre em paşve vegerandin. Gotin ‘Hûn dê me têxin kemînê’ û çek xistin serê me. Leşkerekî got ‘Ez ê we her sêyan li vir bikujim. Ya di destê min de keleş e. Li cem dewletê qeyda wê tune ye. Ez wan her sêyan li vir bikujim kes nabihîze.’

Piştre bi kevir û daran li me xistin. Kevirê mezin li pişta me xistin. Bi daran li pî û çogên me xistin. Dar li serê hevalê me xistin û serê wî şikandin. Çawa dar lê xistin, serê wî xwîn kirin. Ez ji ber lêdanê ji ser xwe çûm.”

Terkî mirinê kirin

Di axaftina xwe de Teker destnîşan kir ku leşkeran ji bo wan bikuje li wan xist û wiha lê zêde kir: “Leşkeran biqasî saetekê li me xist. Piştî em xistin halê mirinê çûn. Dema li me xistin min telefona xwe winda kiribû. Piştî em lê geriyan me telefon dit. Ez li hespê siwar bûm û hevalên din jî dan pey min. Em di rêde rastî şivanekî din hatin. Şivan li gundiyan geriya û alîkarî xwest. Gundiyan em birin nexweşxaneyê. Lê dema em çûn nexweşxaneyê û derman bûn, peyvirdaran îfadeya me negirt. Negot çi li we hatiye û kê ev aniye serê we. Ez ê heta dawî mafê xwe yê hiqûqî biparêzim û bişopînim.”

Di 14’ê hezîranê de ciwanek kuştin

Leşkeran li gundê Qaşqolê yê Elbakê di 14’ê hezîranê de gule berdan ciwanê 20 salî Emrah Gorur û ew kuştin. Di êrîşa leşkeran de Saîm Yilmaz jî bi giranî birîndar bûbû. Leşkerên ku ciwan kuştin nehat girtin. Lê hat hînbûn ku îfadeya wî formalîte hatiye girtin û îfadeyên berê kopî kiriye û zeliqandine.

Dîsa leşkeran di 16’ê tîrmehê de jî li gundê Çiliya Jor a Elbaka Wanê gule berdan şivanê zarok Azad Baga ê 15 salî bi giranî birîndar kiribûn.  WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar