Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Leşkeran Bayram Ekîncî înfaz kirine

Apê Bayram Ekîncî Halît Ekîncî diyar kir ku biraziyê wî ji bo neçûye îmzeyê hatiye kuştin û wiha got: “Leşkeran ji biraziyê min re gotin bireve. Piştî biraziyê min reviya ji pişt ve kuştin.”

Li Gundê Şêxan yê navçeya Licê ya Amedê Bayram Ekîncî yê 29 salî di serdegirtina malan a leşkeran de hatibû kuştin. Li gorî gundiyan, leşkeran Ekîncî piştî brîndar kirin înfaz kirine. Der barê buyerê de Apê Bayram Ekîncî, Hecî Halît Ekîncî yê 75 salî, destnîşan kir ku piştî bûyerê agahdar bûn ku leşkeran bi ser mala biraziyê wî de girtine û wiha got: “Leşkeran jê re gotiye “bireve” ew jî reviyaye û ew ji piştve kuştin. Ka ev edalet e? Ev qanûn e? Heta dawiyê ez dozdarê wan im.”

Ekîncî destnîşan kir ku ji dosyayeka berê cezayê biraziyê wî hebûye û bi şertên avêtina îmzeyan hatibû berdan û wiha got: “Cezayê wî hebû. Bi şertê kontrola edlî ku îmzeyan bavêje ji zindanê berdan. Ew jî neçûye îmze neavêtiye. Ji bo ku neçûye leşkeran çûn ew kuştin. Ji bo ku îmzeyek neavêt ewqas leşker, erebeyên zirxî anîne gund. Ma ji bo çar meh cezayê girtîgehê mirov kesekî dikuje? Xwelî li serê wan be.”

‘Neheq biraziyê min kuştin’

Ekîncî diyar kir ku ev bûyer bêedaletî û bêqanû ye û wiha domand: “Neheq biraziyê min kuştin. Ji bo ku neçûye îmzeyê cezayê wî yê ku dewlet dizane jî dîsa kuştin. Li ser vê bûyerê malbatê serlêdana sûc kir û doz vekir. Ez wan kujeran şermezar dikim.” Hat zanîn ku Dozgeriya Licê derbarê kuştina Ekîncî de lêpirsîn da destpêkirin. Lê nehat zanîn ku di çarçova lêpirsînê de îfadeyên leşkeran hatiye girtine yan na. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar