Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Leşkeran bi kuştina zarokên wî gef li Kardaş xwarin

Welatiyên bi navên Tacettîn Kardaş (52), Feyzî Çetîner (51), R.K. (17) û Halîl Aslan (25) di 30’ê hezîranê de li gundê Zorava yê Sûr a Amedê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Welatiyên ku piştre hatin berdan, tiştên ku bi serê wan hatin ji MA’yê bi Fahrettîn Kiliç û Fethî Balaman re parve kirin.

Welatiyan da zanîn ku ji ber parvekirinên di sala 2014 û 2015’an ên li ser medyaya civakî hatine binçavkirin. Welatiyan daxuyand ku li Qereqola Leşkerî ya Amedê gef lê hatine xwarin û leşkeran heqaret û îşkence li wan kirine. Welatî Tacettîn Kardaş diyar kir ku berê jî bi heman sedemê hatibû binçavkirin û wiha got: “Di dema binçavkirinê de heman pirs ji min kirin. Piştî îfadeyê jî hatim berdan. Li qereqolê gefa; ‘An hûn ê ji vir hez bikin an na hûn ê vî welatî biterikînin. Hûn beraz in û cihê we ne ev dere ye.’”

Heqaret û gefa kuştinê lê kirin

Bi domdarî jî Kardaş ev tişt anî ziman: “Li ser demanceyên leşkerên ku li me dixistin alên MHP’ê hebûn. Leşkeran ji min re got; ‘Em ê her sê zarokên te bikujin. Dê cenazeyên wan ji te re bên.’ Jixwe ji malê heta qereqolê li min xistin. Li qereqolê jî leşkerekî pispor heqaret li min û zarokên min Mizgîn Kardaş a YPJ’î ku di 8’ê adara 2015’an de li Til Temirê di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da û Hebûn Kardaş ê HPG’î ku di 15’ê nîsana 2020’an de li Licê jiyana xwe ji dest dabûn, kir.”

Xwestin şopên îşkenceyê jê biçin

Di berdewamê de jî Kardaş destnîşan kir ku di salên 90’î de di dema serdegirtina malê de li be çavên zarokê xwe hatiye îşkencekirin û wiha pê de çû: “Zarokên min jî bi van sedeman tev li bûn. Dewlet niha jî heman polîtîkayê dimeşîne. Ji min re dibêje; ‘Sê zarokên te tev li bûne, tu ji ku dera zirarê vegerî bo te dê bibe kar.’ Min jî jê re got ‘Tu qala kîjan zirarê dikî. Zarokên min ji ber van polîtîkayên we çûne. Leşker li ber çavên zarokên min, heqaretê li min dikin. Ew jî dê hîn bêhtir ji we nefret bikin.’ Ji bo ku şopên lêdanê li ser laşê me nemînin, ez 6 saetan rawestandin. Piştre jî birin nexweşxaneyê. Bijîşk got ku aliyê rastê yê stûyê min hatiye derbkirin.”

Welatiyê bi navê Feyzî Çetîner jî bi heman sedemê hatiye binçavkirin û tiştên bi serê wî hatin wiha parve dike: “Leşkeran mala me serûbin kir. Ji min xwestin ku girteka ku dibêje ziyan negihiştiye min, îmze bikim. Min qebûl nekir. Pişt re em birin qereqolê. Wêneyên sê kesan nîşanî min dan û gotin te parve kirine. Lê min qebûl nekir. Piştre pirsa zarokên Tacettîn Kardaş ji min kirin. Gotin; ‘Du zarokên Tacettîn hatine kuştin. Kes alîkariya rêxistinê dike?’ Min jî got na.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar