Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Leşkerên dagirker Goristana Şehîdan rûxandin

Hovitiya dewleta faşîst a tirk a Kurdsitanê bi dawî nabe. Leşkerên dagirker Goristana Şehîd Rojhat Belûzerî ya li herêma Besta ya Şirnexê bi dînamîtan rûxandin.

Dewleta faşîst a tirk tu pîvanên mirovahiyê nas nake. Li Kurdistanê di encama polîtîkayên desthilata AKP-MHP’ê de êrîşên li ser nirxên gelê kurd hatine destpêkirin didomin. Di encama van polîtîkayan de heta niha bi dehan gor hatin xerakirin û cenaze di qutî û torbeyan de radestî malbatan hatine kirin.

Di sala 2020’an de cenazeyê gerîlayê HPG’ê Agît Îpek ku di sala 2017’an de li Dêrsimê şehîd bibû, bi kargoyê ji malbata wî re hat şandin. Hestiyên Hakan Arslan ku di dema qedexeya derketina derve ya 2’yê kanûna 2015’an de li navçeya Sûrê ya Amedê hatibû îlankirin de şehîd bibû, piştî 7 salan di 29’ê tebaxê de di torbeyekî de radestî bavê wî Alî Riza Arslan hat kirin. Hestiyên gerîlayê HPG’ê Yilmaz Ûzûn ku di sala 2020’an de li Sêrtê di êrişa hewayî de tevî 5 hevalên xwe şehîd bûnda, piştî 3 salan di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de radestî malbata wî hat kirin. Kincên şewitî û parçebûyî yên keça dayika Taybet Înan, Heznî Înan a ku di dema qedexeyên derketina derva yên Cizîrê de di jêrzemînan de şehîd bibû, piştî 8 salan radestî malbata wê hatin kirin.

Li gel van kirinan êrişên li ser goristanan jî didomin. Leşkerên li herêma Bestayê derketin operasyonê, Goristana Şehîd Rojhat Belûzerî ya li gundê Xirbê Bestê ku 60 gor tê de hene xera kirin û kêlên wan şikandin. Di dîmenan de xuya dike ku tu gor nemane û bi tevahî hatine xerakirin.

Şêniyên herêmê ragihandin ku beriya niha ji aliyê leşkeran ve di goristanê de dînamît hatine teqandin. Ji ber herêma ku goristan lê ye qedexe ye, malbat bi salan e nikarin biçin gorên zarokên xwe ziyaret bikin.

Her wiha li herêma ku goristan lê hatiye texrîbkirin bi salan e ji aliyê cerdevanan ve dar tên birîn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar