Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

‘Leşkeran Erhan Gorur li ber çavên min kuştin’

Leşkerên artêşa tirk di 14’ê hezîranê de li ser sînorê gundê Qaşqol ê Elbak a Wanê gule li Erhan Gorur ê 20 salî reşandin û qetil kir. Ciwanê bi navê Saîm Yilmaz (25) jî di bûyerê de bi giranî birîndar bû. Yilmaz têkildarî bûyerê ji MA’yê bi Cemîl Ugur re axivî.

Saîm Yilmaz bavê 4 zarokan e û ev 5 roj in di beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêma Wanê dimîne. Şevê din jî ji beşa lezgîn hate derxistin. Heta niha polîsan îfadeya Yilmaz negirtiye. Yilmaz têkildarî mijarê wiha got: “Nayê bîra min bê ka saet çend bû. Leşkeran bi ser me de girt. Çawa ku me cigareyên di destê xwe de danîn erdê, gule li me reşandin. Bi qontaxên çekên xwe li me xistin. Ligel ku em rawestiyan jî dîsa gule li me reşandin. Leşkerê ku ez birîndar kirim, dûre ez dirêjî erdê kirim û pê li min kir. Min got; ‘Tu çi dikî’ û wî jî ji min re got; ‘Tu terorîstî, ez ê te bikujim.’ Ger di dema bûyerê de li keya negeriyabûma, dê ez jî bihatima kuştin. Ji xwe Erhan li ber çavên min kuştin.”

Dema birîndar îşkence lê hate kirin

Bi domdarî jî Yilmaz da zanîn ku dema wan leşker dîtin nereviyan û wiha pê de çû: “Di navbera me û leşkeran de 10 metre hebûn. Piştî ez birîndar bûm, leşkeran îşkence li min kirin. Min destên xwe rakirin lê belê ez li erdê xistim û bi erdê re kaş kirim. Ji ber ku ez li keya geriyam, heqaret li min kirin. Piştî gule li Erhan reşandin, kete erdê. Piştre jî min êdî nedît. Tenê dengê wî û denge çekê hate min. Leşkerekî ji hevalê xwe re di got; ‘Ji ber ku min 2 terorîst kuştin ez ê îşev rehet razêm.’ Gelo ev çi edalete?”

Milî wî yê rastê seqet bû

Herî dawî jî Yilmaz ev tişt anî ziman: “Milê min ê rastê seqet bû. Ji ber ku dema ez birîndar bi qontaxa çekê li lingên min xistin, rihên min ziyan dîtin. Dibê qey rihên destê min teqandine. Destê min nagire. Rewşa me ya aboriyê piştî erdhejê gelek xerab bûbû. Em ji bo 4 qoliyên cigareyê çûbûn wir. Em çend caran çûn Weqfa Alîkarî û Piştevaniyê ya Civakî û me alîkarî xwest. Her carê digotin dê ji bo lêkolînê bên lê belê nehatin. Ez neçar bûm ku vî karî bikim.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar