Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Leşkeran hem kuşt hem jî nehişt ambûlans bê

Sertîp Şen ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi fîşeka leşkerên tirk birîndar bû, aşkere bû ku ji ber leşkeran nehiştin ambûlans bê, xwîn jê çûye û ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest daye

Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede, piştî kuştina Sertîp Şen ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê ji aliyê leşkerên tirk hat kuştin bi şahidan û gundiyan re axivî û li ser vê yekê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Dede diyar kir ku Sertîp Şen li zozanê Kavleboşê yê gundê Wargenima, li devera ku qereqol û baregeha leşkerî lê bû bi guleya li sînga wî ket jiyana xwe ji dest da.

Li gorî Dede, Şen roja bûyerê tevî hevsera xwe ji nîzamiyeya qereqola Çobanpinarê ji bo çêrandina pezê xwe destûr stendiye û piştî ku nasnameya wî hate kontrolkirin derbasî zozanê bûye.

Nehiştin ambûlans bê

Dede ev tişt anî ziman: “Danê nîvro hevsera wî û jinên din ji bo komkirina pincaran ji cihê çêrandina pez çûn û dema vegeriyan, dîtin ku Sertîp Şen birîndar e. Welatiyên hatin cihê bûyerê bang li ambûlansê kirin, lê belê baregeha leşkerî dema dît ambûlans tê bi hinceta ewlekariyê nehişt ku ambûlans biçe cihê bûyerê. Li ser vê yekê welatiyan xwestin bi derfetên xwe xwe bigihînin devera ku ambûlans lê ye. Lê belê ji ber ku bi saetek, saet û nîvekê dûr bû, dereng man. Mixabin mudaxeleya pêwîst di dema xwe de li Sertîp Şen nehate kirin, lewma xwîn jê çû û jiyana xwe ji dest da.”

Dede ragihand, li cihê ku Sertîp Şen lê hate kuştin, baregeha leşkerî ya Çîmenlî, baregeha leşkerî ya Çobanpinar û baregeha leşkerî ya Asteng Lîder Tepe yên tabûra Geverê lê bûn û wiha got: “Herêm ji aliyê her sê baregehên leşkerî ve tên şopandin û cihê ku bûyer lê qewimî bi çavan jî tê dîtin. Şahidan gotin, Sertîp Şen bi fîşeka ji baregeha leşkerî ya Çîmenliyê ku 3 kîlometre dûr e hate berdan, jiyana xwe ji dest daye.”

Dede destnîşan kir ku ji bo cezakirina kujeran wê bûyerê bişopînin. COLEMÊRG 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar