Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Leşkeran ji bo qalekolê bi hezaran dar birîn

Dewleta tirk ji bo ku di navbeya gundên Sorbitnê û Bêşerê ya li herêma Deriyê Cebralî ya Cûdî qalekolekê ava bike, bi tangên bi palet bi hezaran dar birîn. Dema ku gundî nêzîkî herêma navborî bûn jî leşkeran gule li welatiyan reşandin.

Şêniyên gund da zanîn ku leşkerên dewleta tirk ji bo çêkirina qalekolê,  bi kîlometroyan bi hezaran dar birîne û piştre jî ev dar bi kamyonan veguhestine. Şêniyan got ku ew bi fikarin ku piştî çêkirina qalekolê dê darên mayî jî bên birîn.

Têkildarî mijarê şêniyeke ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide axivî û ev agahî dan: “Ev 3 meh in ji bo qalekolê rê tê çêkirin. Bi rê re dest bi çêkirina qelekolê jî kirine. Bi 3 tang, 10 kamyon û li ser 20 donim erazî bi hezaran dar hatine birîn.”

Gundiyan gotin ji bo qalekolê leşkeran herêm dorpêç kirine, dema ku gundî ji bo berhevkirina pincar, kereng û giyan diçin herêmê jî ji hêla leşkeran ve tên gulebarankirin. Gundiyan got: “Di demên dawî de li Cîganê, Gundik Remo û Nerexê cerdevan jî qira dara tînin. Banga me ji rêxistinên civaka sivîl, ekolojîst û rayedaran ew e ku pêşî li vê qirkirina daran bigirin.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar