Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Leşkeran li ber çavên dayikan kêlên gorên zarokên wan şikandin

Dewleta tirk di dijminatiya li dijî kurdan de tu sînoran nas nake. Leşker û polîsên tirk du roj berê li Wan û navçeyên wê li gelek goristanan, wêneyên gorên kesên di şer de şehîd bûne kişandin û piştre çûn ji malbatên wan agahî xwestin.

Leşker dîsa diçin taxan û wêneye goran dikişînin û gorên cenazeyan wêran dikin. Duh dîsa leşker çûn li taxan geriyan û hem wêneyê goran kişandin û hem jî kevirên goran şikandin. Leşkerên ku li taxeke navçeya Erdîş a Wanê wêneyê 2 goran kişandin, bi hinceta ‘Nasnav’ hatiye nivîsîn, ewil bang li malbatan kirin, piştre kişandin kamerayê û li ber çavên malbatan kêlên gorên zarokên wan şikandin.

Kêl şikandin û gef xwarin

Welatiyekê ku nexwest navê xwe bide diyar kir ku duh di saetên nîvro de leşkeran keyayê taxê jî bi xwe re anîne goristanê û ev agahî dan: “Ji ewil gorên li goristanê kişandin kamerayê. Piştre bang li malbatên ku gorên zarokên wan li wir hene kir. Leşkeran bi hinceta nasnav û peyva şehîd, kêlên goran şikandin. Gotin ku fermana vê ji derve hatiye. Piştî kêlên goran şikandin jî çûn. Ji bo ku careke din ne nivîsinin, hişyarî dan malbatan.”

Hêjayî gotinê ye ku leşker 2 roj berê li navçeyên Ebex, Bêgirî Serav, Qelqelî û Erdîşê li goristanan wêneyê goran kişandibûn û ji malbatên wan agahî xwestibûn. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar