Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Leşkeran li Geverê daran dibirin û deriyan dişikînin

Dorpêça leşkeran a li ser mezra û gundên Geverê didome. Hat zanîn ku leşker deriyên malan dişikînin û darên fêkiyan ên welatiyan dibirin.

Leşkerên girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a Geverê di 3’yê adarê de li gelek gund û mezrayên girêdayî bajarokê Bajêrge ya Gevera Colemêrgê operasyon da destpêkirin. Operasyona leşkerî hêj didome. Operasyon, li gundên Şîşemzîn, Xurekan a Seyîda, Xurekan a Temo û qada Astenga Reş ên girêdayî Bajêrgeyê hatibû destpêkirin û gundên Dirbêsan û Dotkanê jî li qada operasyonê hatin zêdekirin. Gundê Qesranê ji hêla bi sedan leşkeran ve hatiye dorpêçkirin û leşkerên li ser sînorê rojhilatê Kurdistanê dihatin sekinandin jî li herêmê hatin veguhestin. Operasyona leşkerî ku li Qesran û 6 gundên din tê domandin, xelkê herêmê mexdûr dike.

Gundê Qesranê ev 7 sal in weke “Herêma ewlekariya taybet” hatiye ragihandin. Li gorî agahiyan; leşker bi wesayîtên zirxî li pêşiya malan disekinin. Hat ragihandin ku leşkeran li qadên Mêvan Ava, Dola Gota û Çiyayê Kotolê fotokapan bi cih kirine. Operasyona li gundê Qesranê hatiye destpêkirin, li gorî rêzê li gundên Şahê, Zêwe, Kawle Gund, Pagenk, Merdêsal, Êlê û li gelek mezrayan hat berfirehkirin.

Dêrê veguherandin klûbeya nobetê

Gundê Êlê, di 17’ê adarê de weke “Herêma ewlekariyê ya taybet” hat ragihandin û li gund tenê 4 malbat dijîn. Hat ragihandin ku leşkeran derî û pacên malan şikandine û lêgerîn kirine. Her wiha li gundên Êlê, Pagenk û Kawle Gund jî leşkeran operasyon berfirehtir kirine û li dora gundên navborî wesayîtên zirxî hatine bicihkirin. Hat zanîn ku leşkeran li mêrgên gundên navborî kon vegirtine. Çavkaniyên ji herêmê dan zanîn ku leşkeran dêra ermenan a li gundê Êlê veguherandine klûbeya nobetê.

Leşker daran dibirin

Li hêla din, hat ragihandin ku leşkeran li gundên Kawle Gund, Pagenk û Êlê darên welatiyan ên gûz û sêvan birîn û şewitandin. Dema leşkeran dar dibirîn û deriyên malan dişikandin, welatiyekî hewl da van kêliyan bi telefona xwe bikişîne lê leşkeran telefona wî jê standin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar