Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Salı - 9 Temmuz 2024

Leşkeran li Rûbarokê ciwanek qetil kir

Duh piştî saetên nîvro leşkerên tirk li Colemêrgê 3 ciwanan gulebaran kir û ciwanekî qetil kir

Leşkerên tirk duh piştî nîvro saet derdora 3’yan de li gundê Bêruhê yê Colemêrgê 3 ciwanên ji bo geştê û berhevkirina berûyan derketibûn, guleberan kirin. Di gulebarana leşkeran de Ozcan Erbaş ê 16 salî birîndar bû. Sabrî Erbaş ku biraziyê xwe yê gule li pişta wî ketibû hil girt, wiha got: “Ji bo geştê û berhevkriina berûyan 3-4 kes çûbûn Bêruhê. Lê leşkeran ew gulebaran kirine. Qereqola Mamreşan û ya Gerdînê ew gulebaran kirine. Piştî em pê hesiyan em çûn. Em û leşker ketin qirika hev. Nehiştin em dest bidin birîndarê xwe. Alîkarî jî nedikirin. Min ew li pişta xwe kir heya ser rê anî. Guleyek li pişta wî ketibû. Me ji bo otopsiyê ew rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.”

Parlementerê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede jî derbarê bûyerê de li ser hesabê xwe yê twîtterê wiha got: “Cardin ciwanekî kurd, cardin înfazeke bêwijdan. Îro li gundê Biroxê yê Rûbarokê leşkeran Ozcan Erbaş ê 16 salî kuşt. Em dizanin, dê cardin wan bi zirxa bêcezatiyê biparêzin. Lê sed sal jî derbas bibe em ê hesab bipirsin.” COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar