Li derdora goma Horsel a girêdayî gundê Xosor a navçeya Licê ya Amedê, leşkeran duh dest bi operasyonê kirin. Di operasyona ku bi piştgiriya helîkopter û balafirên SÎHA’yê hat destpêkirin de, leşker danîn herêmên çiyayî.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatin girtin, leşkeran di şerê li herêmê rû da de, qadên daristanî şewitandin. Hat zanîn ku şewata duh dest pê kir, îro jî dewam dike û welatiyên herêmê ji ber operasyona leşkerî nikarin mudaxileyî şewatê bikin. AMED