Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Leşkeran zeviyên genim ên Licê şewitandin

Artêşa tirk ev 3 rojin dor li gundên Banaderan, Denglava, Merdinya û Tûtê yên Licê girtiye û zilmekî mezin li gelê herêmê dikin. Artêşa tirk li hêlekî welatî gulebaran kirin û li hêla din jî zeviyên genim ên ku çavkaniya debara gelê herêmê ne, kirin xwelî

Hêzên artêşa tirk 3 roj berê dor li gundên Banaderan, Denglava, Merdinya û Tûtê yên Licê girtibû û ketin û derketina li van gundan jî qedexe kiribû. Piştre jî li çoltarê van gundan êrîşeke berfireh dabû destpêkirin. Artêşa tirk duh ji helîkopterê welatiyên ku di nava zeviyên xwe de dixebitîn, gulebaran kirin.

Di agahiyên duh de hate gotin ku kesê ji ber guleyên helîkopterê birîndar bûyî welatiyê bi navê Onur Vural e. Lê derket holê ku kesê ji hêla helîkopterên artêşa tirk ve hatiye birîndarkirin ne Vural, şêniyê bi navê Mehmet Huseyîn Mercan e. Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku Mercan niha jî li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê tê dermankirin. Hat îdiakirin ku di êrîşa artêşa tirk de 2 gerîlayên HPG’ê jî jiyana xwe ji dest dane.

Kesên şewat vedimirandin hatin binçavkirin

Li hêla din, artêşa tirk agir berda zeviyên genim ên gundên Merdinya, Denglava û Tûtê. Welatiyên bi navên Mehmet Kapan û kurê wî Mehmet Alî Kapan dema ku dixwestin li gundê agirê bi zeviyê ketî vemirînin, ji hêla leşkeran ve hatin binçavkirin. Çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku beşeke hêzên artêşa tirk ji herêma navborî vekişiyane. Çavkaniyên ji herêmê ragihand ku artêşa tirk hê jî dorhêla van gundan girtiye û neberdaye.

Di wêne û dîmenên hatine kişandin de xuya dibe ku zeviyên çandiniyê bûne xwelî. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar