Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Zapê, Avaşîn û Metinayê yên bi ser başûrê Kurdistanê ve berdewam dikin. Duh li dijî herêman êrîşek nû hat destpêkirin. Hat ragihandin ku bombebaran pêk tê û şerên dijwar diqewimin.
Çawişê pispor Enes Kirmizikoç ê di duh di şer de birîndar bûbû, îro mir.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê têkildarî çawişê pispor daxuyanî da û îdia kir ku perwaneya helîkopterê li Kirmizikoç ketiye û birîndar bûye û li nexweşxaneya lê dihat dermankirin, miriye.