Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Leşkerê tecawizkar xwe wekî ‘mirovekî rêzdar’ dibîne!

Endamê şerê taybet ê ku li Şirnexê li dijî 2 jinan êrîşa zayendî kiribû, hat girtin. Leşkerê tecawizkar ligel bûyereê rûreşî hîn xwe wekî ‘mirovekî rêzdar’ dibîne!

Endamê şerê taybet, çawişê pispor Zekeriya Çelîk di 12’ê nîsanê de li Şirnexê li dijî 2 jinan êrîşa zayendî kiribû û ji hêla gelê Şirnexê ve bi xweparastinê bêbandorkirin. Leşkerê tecawizkar piştî ji peywîrê hatibû dûrxistin duh bi sûcdariya “êrîşa zayendî” ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Îfadeyên Çelîk ê bi SEGBÎS’ê dan Dadgeha Cezayê ya Sûlh a Şirnexê hatin bidestxistin.

Tecawizkar Çelîk îdia kir ku ji bo “alîkariya” jinên ku tacîz kirine bike ketiye avahiyê û di bûyerê de “mexdûr” e. Çelîk îdia kir ku roja bûyerê bi hevjîna xwe re nîqaş kiriye û ji bo ku hewa bistîne çûye derve û dema ji tûgayê ber bi sûkê ve dimeşiya, jinek ketiye avahiyê û dûre ji avahiyê dengê “bibin alîkar” bihîstiye.

Di berdewamiya axaftina xwe de Çelîk îdia kir ku bi bihîstina deng re re ketiye avahiyê, piştre jinan dest bi qêrînê kirine û wî jî gotiye “Ez leşker im aram bin, ez ji bo alîkariyê hatime.” Çelîk da zanîn ku piştî kesê ketiye avahiyê bi kurdî hin tişt gotin  û piştre bi gavên lez ber bi kolana ku midûriyeta polîsan lê ye dest bi bazdanê kiriye û got ku ji aliyê kesên ku ew dorpêç kirine ve hatiye derbkirin.

Çelîk îdia kir ku destdirêjî jinan nekiriye û bi gotinên: “Ez 15 sal in xizmeta cemaweriyê dikim. Ez 1.90 metre dirêj im û 90 kîlo me. Heke bixwazim zirarê bidim yekî bi qasî ku birîndar bikim dikarim zirarê bidimê. Di wê hawirdorê de di wê adrenalînê de dest neda tu kesî û kes dehf neda” xwe parast.

Çelîk li xwe mikur hat ku roja bûyerê serxweş bû û ev tişt gotin: “Ez tiştên pê têm sûcdarkirin teqez qebûl nakim. Ez di pîşeya xwe de kesekî rêzdar im û têm hezkirin. Ji bo ez di ezmûna bilindbûna di peywîrê de serkeftî bûm, piştî hefteyekê ez da bikevim vê ezmûnê. Ne pêkan e ku tişteke wiha bikim. Malbateke min jî heye. Ji ber vê bûyerê ez di rayagiştî de hatim lînckirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar