Navenda Nûçeyan |
Li gorî nûçeya ANHA’yê, li gundê Meyasê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê Hisên Ferec ê 70 salî dema ku pezê xwe diçêrand bû hedefa êrîşa leşkerên tirk ên dagirker.
Şivan bi giranî birîndar bûn û dagirkeran pezê Ferec dizîn. Ferec rakirin nexweşxaneya El Zehra ya li herêmê.