Li gundê Şikevtan ê navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê, pasdarên Îranê sînor derbas kirin û ciwanê bi navê Rustem Çakmak ê 20 salî qetil kirin. Malbata Çakmak, cenazeyê kurê xwe ji cihê bûyerê girt û rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê. Hat zanîn ku dê cenazeyê Çakmak ji bo karên otopsiyê bibin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Colemêrgê. COLEMÊRG