Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Leşkerên Mawa dagirkirine gefa kuştinê li welatiyan dixwin

Artêşa tirk a dagirker ev deh roj in li li herêma Mawayê operasyona dagirkirinê dane destpêkirin didome. Welatiyên li gundên derdorê diyar kirin ku leşkerên tirk herêm dagirkirine û bi kuştinê gefê li wan dixwin. Welatiyan banga hestiyariyê li raya giştî kirin û xwestin demildest dawî li vê zilmê bê.

Dewleta tirk a dagirker di 18’ê hezîranê de li herêma Mawayê ya gundê Xirbêkurê yê Heskîfa Êlihê operasyona dagirkirinê da destpêkirin. Operasyona dagirker di 22’yê hezîranê de li bejahiya navçeya Kercewsê belav bû, didome. Piştî dagikirinê herêm ji aliyê walîtiya Êlihê ve heta 3’yê tîrmehê hat qedexekirin.

Piştî qedexeyê derdora gundê Xirbêkûrê bi balafirên şer ên F-16 û helîkopteran hat bombeberankirin. Di bombeberanê de li herêmê şewat derket, camên xaniyên gund şikiyan û wesayîteke û parçeyên şarapnelê lê ketin jî rûxiya. Dorpêça leşkeran a li gund jî didome û nahêlin ku welatî biçin nava bax û baxçeyên xwe.

Hat destnîşankirin ku welatiyên xwestine biçin nava bax û baxçeyên xwe, leşkeran bi kuştinê gef li wan xwariye. Her wiha daxwazên gundiyan bi tu awayî nayên qebûlkirin.

Li zêdetirî 10 gundên herêma Torê ya Kercewsê jî di 22’yê hezîranê de qedexe hat îlankirin û qedexe wê heya 6’ê tîrmehê bidome. Piştî qedexe hat ragihandin bejahiya herêmê hat bombeberankirin û şewata derket ber bi gundê Bilêşê yê Kercewsê ve çû. Piştî gundiyan xeber ragihand tîmên agirkujiyê xwestin için gund, lê leşkeran nehişt. Hat diyarkirin ku şewat di 23’yê hezîranê de ji ber baranê tefiyaye.

Gundiyan anî ziman ku bi mirinê re rû bi rû ne û tim dengê balafir, helikopter û çekan tê. Gundiyan destnîşan kir ku ev rewş bandorê li zarokên wan dike û banga hestiyariyê li raya giştî kirin û xwestin demildest dawî li vê zilmê bê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar