Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Leşkerên tirk 10 roj in îşkeceyê li gundiyan dikin

Li Wanê gundê Kûçek, nêzî deh roj in di bin dorpêça leşkerên tirk de ye. Ketin û derketina gund hatiye qedexekirin. Amûrên gunduyan li qada gund tê komkirin wêneyên wan tê kişandin û wekî yê rêxistinê be wêneyên wan tê serwîskirin. Alavên gundiyan tê şewitandin û li welatiyan îşkence tê kirin

Li gundê Kûçek ê Payîzavaya Wanê nêzî deh roj in dorpêça leşkerî heye û ji ber operasyonên leşkerî ketin û derketina gund qedexe ye. Gundê ku ketin û derketin lê hatiye qedexekirin û kes nizane ka li gund çi diqewime. Leşkerên tirk bê serûber davêjin ser malan û malên gundiyan talan dikin û erzaqa wan weke, “amûrên rêxistinê yên hatî desteserkirin” ji çapemeniya tirk re tê serwîskirin.

Gundiyekî nekarî bikeve gundê xwe û nexwestî navê xwe diyar bike ji ANF’ê ra axivî û ev tişt anî ziman: “Gund, di bin dorpêçê de ye, ketin û derketina gund qedexe ye… Dibêjin ku di derbarê hinek kesan de gilî heye. Bi hinceta ku alîkariya rêxistinê tê kirin, zext tê kirin. 25’ê nîsanê dîsa leşker ketine gund. 10-15 helîkopter hefteyeke li ser gund difirin. Ketina gund qedexe ye. Muxtarê gund jî tê de tu kes nikare bikeve gund.”

Gundî aşkera dike ku hemû alavên welatiyan dişewitîne û ev tiştî tîne ziman: “Tevahiya eşyayê gundiyan tînin li meydana gund dişewitînin. Erzaqê me weke ku yê rêxistinê be ji raya giştî re serwîs dikin. Leşkerên qereqola Kirgeçîtê gundê me dorpêç kirine. Em dixwazin ev zilm ser me rabe. Kesên firarî çi eleqeya xwe bi gundiyan re heye ku vê zilmê tînin serê me. Dikevin malên me, erzaqê me belav dikin û ji vê re jî dibêjin operasyon. Em vê îşkence û zilmê qebûl nakin û heta dawî mafê xwe bigerin.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar