Li gorî agahiyan ji ber topbarana leşkerên tirk li Girê Mila Tikerê agir bi daristanê ket.
Şewata li qada daristanî ya li herêma baregeha leşkerî belav bû û hîn jî ji bo vemirandinê tiştek nehatiye kirin.
Leşkerên tirk çend roj berê li herêma Çiyayê Cûdî şewat derxistibûn û bi hezaran dar şewitandin.
Şewata daristanan a çar roj berê li çiyayê Gabarê hatibû derxistin, 9’ê tebaxê êvara yekşemê ji aliyê gundiyan ve hatibû vemirandin. ŞIRNEX