Li qûntarên Çiyayê Gabarê ya dikeve pêşberî gundê Zêwê ya girêdayî navçeya Basa ya Şirnexê, agir bi daristanê ket. Piştî ku ji Qereqola Akdîzgînê gule hatin reşandin, şewatê rû da û her ku diçe şewat belav dibe. Hat diyar kirin ku bi tu awayî mudaxileyî şewatê nayê kirin. Di şewata ku beriya niha demekê li daristanên gundê Deriyê Gabar, Deşta Dêrşew, Qernê, Bîrava, Memîrûka û bajaroka Findikê ya girêdayî navçeya Basa ya Şirnexê û li gundê Zivingû ya Şirnexê rû da bûn de, gelek dar û daristan şewitîbûn.
Li aliyê din, şewata ku li 3 qadên çiyayê Cûdî ya girêdayî navenda Şirnexê rû da bûn jî, dewam dikin. ŞIRNEX